31 juli 2020

Xwezî bi wan rojan

Mihemed Sanri, ez şibandime ”derwêşekî” zimanê kurdî û gotiye:
”Careke dî zor spas derwêşê zimanê kurdî, ji 40 salan zêdetir ko tu vê derweşiya xwe bi înat berdewam dikî.”

Min ji vê teşbîha Mihemedê hêja hez kir, bi derwêşiya kurdî serbilind im û gelkî bextewar im.


Derwêş, tê maneya murîd, yanî kesê murîdî şêxekî ye, mensûbê terîqetekê ye. Û jiyaneke sûfîyane, jiyaneke pir basît dijî. 


Derwêş, di farisî da tê maneya kesê feqîr. 


Lê di tasavufê da endamê terîqetekê ye, destê xwe ji mal û milkê dinyayê şuştiye, jiyaneke spartanks, yanî jiyaneke basît, zikekî têr, yekî birçî dijî. 

Lê canfîdayê baweriya xwe ye, ji bo xizmeta ji baweriya xwe ra bûye derwêş û dest ji her tiştî berda ye.

Ez bi qasî ji zimanê xwe hez dikim, ji tu tiştekî din hez nakim, nivîsîna bi kurdî huzûrê dide min, min dilşa dike. Hin bîranîn tamarên canê meriv sist dike, dilê meriv radike pêdarê. Xwezî bi wan rojên me Armanc derdixist. 


Mihemedê hêja, gelek sipas ji bo vê teşbîhê, te ez kêfxweş kirim.

 

Mihemd Sanri: Ez jî bi cenabê te ser bilind im. Piştî helbestên Cegerxwîn û wekî xeyal hindek metnên dî yên kurdî, ji nav nivîsên kurdî, nivîsên min herî bi keyf dixwendin nivîsên te yên di Armancê de dibin serdera"Stiriyên me"de bûn.Ew roj her di hizir û bîra min de ma ne. Derwêşê ezîz!

 

Zinarê Xamo: Te ew roj wek fîlmekî bi hesret anî ber çavên min. Em heta nîvê şevan li komelê dixebitîn, ji bo ku Armanc di wexta xwe da bigihîje destê xwendevanan. Gava Armanc ji çapê dihat dinya dibû ya me. Em giş xortên îdîalîst bûn, me xwe weqfî serxwebûna welatê xwe kiribû.

Mihemed Sanri: Ew keda we ya hêja dê hertim wekî kevireke xurt li ser diwarê Kurdayetiyê û arşîva kurdî de mayînde be. Careke dî spas ji bo keda te û hemû hevalên wan rojan.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE