Min û xanimê îro lawikê xwe Azad derxist ger û seyranê. Mre
got em mîvanê xwe bigerînin.
Me ew bir li gelek der daristanên heta nuha nedîtibû gerand. Bi derên dîtin pir kêfweş bû, risim li ser risman girt.
Piştî du sar û nîv gerr feqîro bi zor gihîşt malê, gelkî westiya, got bavo dibê ez xwe zû bigihînim mal, ez ji birçîna mirim.
Meşa em her roj dikin xortê 44 salî di roja pêşî da teslîm bû. Lê got soz, ez
herim mal, ezê jî programeke gerrê çê bikim. We îro tiştekî baş fêrî min kir.
XXX
Tirkiye ji roja ava bûye ji ber ku Kurdistan dagir kiriye û
mafê kurdan nade, welatekî bi teşxele û bêîstîkrar e, çend darbeyên leşkerî çê
bûne û gelek rojên tarî û xerab hatine û çûne.
Milet gelek demên pir zor û xerab dîtiye.
Lê tiştê ez ji dûr va dibînim tu carî, tu demê însan wek
nuha westiyayî, bêqudûm û bêhêvî nebûne.
Ne kurd û tevgera kurd ya siyasî tenê, tirkên xwedêgiravî
mixalif jî pir bêhêvî xuya dikin. Tevgera çep ji xwe ji bin da nemaye. Şexsên,
grûbên hene jî wek kûsiyan xwe kişandine hundur qalikên xwe.
Berê însan li hemberî cûntayên leşkerî bi ezim û bi hêvî bûn,
her kesî qala micadelê û liberxwedanê û serketinê dikir.
Nuha civat bi carê da tevizî xuya dike. Însan ji pertav da
ketine, pir bêhêvî xuya dikin, kes qala micadelê û serketinê nake. Faşîzma kesk
rejîmeke pir îstîsna xuya dike, gem li devê civatê xistiye, civat teslîm
girtiye.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar