Di wext û zemanekî berê da nabêna axayekî û cîranê wî tunebû. Axa li cîranê xwe û maneyan
digeriya, dixwest bi hawakî belayekê bîne serî, bêbextiyekê lê bike. Rojekê rabû çû ba qazî û jê
ra got:
-Do bi şev cîranê min
ji çala min a genim du çewal genim diziye, dibê hûn heqê min jê
bistînin.
Qazî jê pirsî, got:
-Şahidê te heye?
Axê got:
-Erê, şahidê min heye, dema diziya xulamê min ew dîtiye.
Rabûn ban xulêm kirin. Qazî ji xulêm pirsî, got:
-Bibêje, ka te çi dîtiye?
Xulêm got:
-Min dît filankesê han du çewal ceh ji çala axê min dizî.
Qazî got:
-Kuro axê te dibêje genim, tu dibêjî ceh.
Xulêm got:
-Ê qazî efendî, derew derew e, çi genim e, çi ceh e.
Serok û berpirsiyarên tirk li me bûne axa û xulamê vê çîrokê, rojê derewekê li me dikin û xulam jî jê ra şahidiyê dikin.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar