Camêr peyva kiriye, tiştê gotiye ya şaşomaşo ye, ya kût e,
kulek e, cumleyeke seqet e. Ne kurmanciyeke tekûz e. Nayê fêmkirin çi gotiye,
dixwaze çi bibêje.
Lê tu dinêrî dîsa jî însan diecibînin.
Ez bi xwe matmayî dimînim.
Bi vî zimanê kût û kulek meriv çawa diwêre binivîse, çawa
kane bibe nivîskar bi rastî jî jê ra cesaret lazim e.
Lê ji bo ku ne bi tirkî ye dîsa jî baş e, qey hewqasî zane.
Kes bi zanetî zimanê xwe xera nake, ziman jî wek deng e, yê her kesî ne xweş e.
Kesên ji dengê ne xweş û ji zimanê şaşo maşo û nayê fêmkirin
hez dikin jî hene.
XXX
Xwezî meriv bikanîbûya rastiya hin bûyeran nebihîsta,
bêbextî û qeleşiya li keçeke kurda dilpak a 21 salì hatiye kirin fêr nebûya.
Lê dinya biçûk bûye, meriv bûyeran dibihîze. Bi tiştên
dibihîze caran kêfxwe dibe, carnan jî janeke zirav dide dilê meriv.
Dibê her kurd baş bizanibe Tirkiye dewleteke pir namerd e,
ji bo zirarê bide hin kurdan namerdiya neke tuneye.
Heyvanê vê dewletê xerab e, serapê bêbextî, sextekarî,
kalpazanî û namerdî ye.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar