Ev demeke tirkan di Derya Sipî da bela xwe di yûnan didan,
bi keştiya xwe ya sîsmîk li hin giravên Derya Sipî li petrolê digeriyan. Heqê
wan tuneye li wan giravan li petrolê bigerin, lê ji ber ku çavên wan yûnanan
dibire, ji wan natirsin, bi keştî û balafirên herbê çeqelî û çavsorî dikirin.
Lê îro ji nişkave paş da vekişiyan, keştiya xwe ya sîsmîk
birin Antalyayê.
Tirk ji însaniyetê fêm nakin, tenê ji zorê fêm dikin, dibê ji te bitirsin, heger heger netirsin ewê çavê te derxin.
Dibêjin Merkel ketiye nabênê û ”qirîz çareser bûye.”
Li gorî medyaya tirk dinivîse ”ewê demekê nabênê bidin
fealîyetên xwe, Anqere ewê dû ra şêla xwe diyar bike….”
Wer xuya dike ço û bivik dîtin, lema mecbûr man wek bonciya
dêla xwe têxin nav şeqa xwe û paş da vekişin.
Ez tim dibêjim, tirk tenê ji zorê û ji devê tivinga mor fêm
dikin, heta tirk zorê nebînin tu carî wek însanan hereket nakin, tim çeqeliyê
dikin, serî li zorbatiyê didin. Lê gava tirsê bibînin dibin pisik. Wer xuya ye
ewrûpiyan vê carê devê tivinga mor nîşanî wan da, ya na bi rehetî nediçûn mala
xwe.
XXX
Li başûrê Kurdistanê ji ber êrîşên Tirkiyê 500 gund hatine
valakirin. Tirk hewqasî stûr û çavsorî bûne êdî ronkayiya nava rojê gundan
topbaran dikin, ji bo ku xelk gundan vala bike.
Heta ereb û kurd bi hev ra li vê hêza devbixwîn, dagirker
nexin, tirk êrîşên xwe nasekinînin.
Hinek dibêjin ereb ewê ji bo çi ji bo kurdan bi tirkan ra
şer bikin? Ereb ne ji bo kurdan, ji bo xwe gerek dagirkeriya tirkan qebûl
nekin. Çimkî ereban hîn ew erdê tirkan dagir kirine nedena kurdan û nabêjin ew
ne erdê me ye. Erebên welatên kurdan nadin, çima ewê bidin tirkan?
Roja ereban gotin em îşê xwe ji kurdan nînin, Kurdistan ne
beşekî Îraqê ye, a wê demê şerê tirkan nekin meriv fêm dike. Lê bêdengiya wan
ya nuha ji ber zeîfî, tirsonekî û bênamûsiya wan e. Madem Kurdistan hîn beşekî
Îraqê ye dibê biparêzin jî.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar