09 juli 2020

Hesenê Mûsa



Hesenê Mûsa tembûrvan e
Tembûra delalê min darî karaban e
Delalê dilê min bi tenê ye
Çi bikim bêxudî, bêsermiyan e


Hesenêmala Mûsa tê mi dixwaze
Bav û birayê min nadinê
Tej û berê me qetiyan ji xazgîna, ji hatinê
Binê beroşa me şewitî ji xwarinê û ji kelandinê
-Xort û qîzê gundê me çûne mazîya
Mi dî delalê dilê mi meşîya
Mi go:
-Hesen, ka emê herin nepenîya, xewle cîya
Ez û delalê dilê xwe ketin kêf û laqirdiya
Destê xwe avêt gerdena Hedoka Qaso
Zêr û beniyê min qetiya
Mi dî delalê dilê mi hûrik hûrik bi dest û piya lê geriya
Mi dî tivingekê ji Biloka şewitî, ji nav dara diteqiya
Lêxistiye li girdikê, li nava pîya
Tîrêjên xwînê bi ser delalê dilê mi dirijiya.
Xwîn ji birîna Hesenê Mûsa tê bi du ciya, bi du çaviya
Mi dî Hesenê mala Mûsa wek beranê pezkûvî
bi ser min da diket û hustu xuliya
Mi dî çav qulipand wek nêriyê xezalan, hustu xuliya
Mi go:
-Simê Qaso, malxirabo, te sebra dilê min kuşt bi bêbextiya
Xwezî ez bibûma teyrekî bejî
Minê daniya li ser vî darî, li ser vî hejî
Ji birîna xelkê xwîn û av tê,
ji birîna delalê dilê mi tê goşt û mejî
Hesen qurban, mala minê, mala minê
Heyfa çavên reşbelek ax ketinê
Ezê herim qoserê, cilê xwe bavêm denê reşkirinê
Piştî çavê Hesenê Mûsa ezê li xwe heram kim
zewaca mêra û dilketinê.
Mi dî li Biloka şewitî bû qûte-qûto
Pêşiya gaziyê gihîştiye kevirê bi qul
Dawî maye li gola Hûto
Xelkê delalê mi kuşt, rabin jê ra çêkin tabûto
Hesen qurban, ezê bêjim bengî, sed car bengî
Xelat hatiye Biloka şewitî, Xaroka rengî
Xwezî ez û Hesenê mala Mûsa tevdu bibûna berbû û bibûna xwendî.

NOT:
Biloka, gundekî Qoserê(Qiziltepe)ye, li hêla bakurê Qezê ye.
Min sitran ji kitêba Zargotina Kurdên Sûriyê ya Celîlê Celîl girt.

Yaqob Tilermeni Ev çîrokek gundê me ye û hatiye jiyîn. Hedoka Qaso, metka pîrika min e. Min çîrok ji pîrika xwe guhdarî kiriye û gelek gotinên şaş di kilaman de hene.
Tew guhertoya kilama 'Ahmedê mala Mûsa' tiştekî din e.
Ta bort eller dölj detta

Zinarê Xamo Ez zanim xortê hêja. Min kilam neguhetiye, min ji kitêba "Zargotina Kurdên Sûriyê" girtiye û di bin nivîsê da jî min ev çavkanî nîşan daye.
Ji Şakiro bigre, gelek dengbêjan ev kilam gotine û her yekî li gorî xwe gotiye, hin tişt, hin taswîr û teşbîh lê kêm û zêde kirine. Lema jî dengbêj hemû sedîsed wek hev nabêjin.
Ez bawer dikim te li ser vê kilamê roman ya jî çîrok jî nivîsîye. Ez te pîroz dikim.
M. Salih Bedirxan û Devliken Kelogirî, soz dane min, îcar gava çûm welêt ewê min bibin Biloka.
Gelo qatil, Simê Qaso, birayê Hedoka Qaso yeya jî yekî din e?

Yaqob Tilermeni Belê, Simê Qaso û Hedoka Qaso xuşk û bira ne.

Zinarê Xamo Baş e Hesenê Mûsa çi yê Hedê ye? Pismamê wê ye ya jî yekî xerîb e?

Yaqob Tilermeni Ezbeta (êl) me piştî ezbeta Hesenê Mûsa li Billoka bi cih bûne. Ew û ezbeta Hedo xerîbên hev in.

Mehmet Müfit Zor ciwane... dest xweş.


Mehmet Salih Bedirxan: Çîrokeke dilşewat e. Hedka Qaso û Hesenê Mûsa. Mamo bi xêr tu hatî welêt em ê herin gundê Hedka Qaso û Hesenê Mûsa. Gundên wan di sêgoşeya Dêrik,Mêrdîn û Qoserên de ye.

Zinarê Xamo: Weleh ezê pir kêfxweş bibim. Navê gundê wan Biloka ya jî Bilaka ye.

Mehmet Salih Bedirxan: Belê Mamo can. Biloka di binê girê Pozê Şêran de ye û torinên Hedo jî sax in. Hevalên min in. Gundekî pirr xweş e.

Devliken Kelogirî: Gundê xalanên min e, "Biloka"

Mehemt Salih Bedirxan: Waa pir baş e. Wê demê em ê tevde herin keko can. Em ê Apê Zinar bibin Biloka.

Mefer: sihet xweş mamoste.
rojekê bavê min qala vê meselê kir û got:
wexta Hedika Qasoyî sax bû hinek porên Hesen bi xwe re veşartibû û wer bi xwe re digerand û digotin wesîyet kiribû rojekê wexta ku mir ev porên Hesen jî bi wê re veşêrin.

Zinrê Xamo: Gelek sipas xortê delal.

Agahiyeke gelkî muhîm e. Dibê ev trajediya Hedoka Qaso baş were zanîn. Merivên wê, yên ji Biloka gerek vê meselê binivîsin, bikin çîrok û roman, şiîran li ser binivîsin.
Yên berê wefadar bûn, kilam li ser gotin, kirin destaneke evîndariyê. Dibê hûn jî tiştna çê kin.

4 kommentarer:

  1. sihet xweş mamoste.
    rojekê bavê min qala vê meselê kir û got:
    wexta Hedika Qasoyî sax bû hinek porên Hesen bi xwe re veşartibû û wer bi xwe re digerand û digotin wesîyet kiribû rojekê wexta ku mir ev porên Hesen jî bi wê re veşêrin.

    SvaraRadera
    Svar
    1. Gelek sipas xortê delal.
      Agahiyeke gelkî muhîm e. Dibê ev trajediya Hedoka Qaso baş were zanîn. Merivên wê, yên ji Biloka gerek vê meselê binivîsin, bikin çîrok û roman, şiîran li ser binivîsin.
      Yên berê wefadar bûn, kilam li ser gotin, kirin destaneke evîndariyê. Dibê hûn jî tiştna çê kin.

      Radera
  2. https://youtu.be/5YTc3uox2-Q?si=__NeJJl-cMjDEMj2 Çîroka hesenê mala mûsa heda qaso temamimi vek video hûnkarin ser vê lînkê guhdarbiki,

    SvaraRadera
    Svar
    1. Gelek sipas. Ez nhuha nexweş im, bi xêr kînga baş bûm ezê lê binêrim.
      Sax çûm, nexweş hatim...

      Radera

PARVE BIKE