Her kes ziman ji dêya xwe fêr dibe. Çimkî dê cara pêşî bi
zarok ra dipeyive. Lema jî navê zimanê meriv di zaroktiya xwe da fêr dibe bi
her zimanî, zimanê dayikê ye.
Lêbelê Hêja Netirk xanim, wê kurmanciya xwe ya şîrîn û bêqusûr
ne ji dêya xwe, ji bavê xwe fêr bûye. Belê ji bavê xwe...
Ev jî tiştekî îstîsna ye.
Min jê pirsî, min got: ”Ma tu vê kurmanciya hewqasî fesîh û
xweş li ku fêr bûye ?”
Xanimê gotiye: ”Ji bavê xwe !”
Li dinyayê bavê wiha jî hene. Xwezî her bavê kurd wek bavê
Hêja Netirk xanimê bûye.
Ji bo ku wî keçeke wiha jêhatî û zarşîrîn mezin kiriye ez wî
pîroz dikim…
Mustafa
Sarıca: Kekê Zinar hevjîna min jî Azerî ye û min jî li gel kecha xwe her
tim Kurdî axaft. A niha hema tu bêbêje wekî min Kurmancî diaxivitin..Lê hindekî
ji herêma Cilêmêrgî Silav
Zinarê
Xamo :Her bijî, te pîroz dikim.
Meriv kane bi du zimanan zarokên xwe mezin bike. Gelş
tuneye. Li Swêd bi hezaran zarok li malên xwe bêyî swêdî, bi du zimanan
dipeyivin.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar