01 juli 2020

Texlît



Zanayê biçûk nuh dest bi dibistanê kiribû. Bavê wî her êvar li deftera wî dinêrî, lê yek rêz û yek herf jî nedidît, defter tim vala bû. Êvarekê sebebê vê yekê jê pirsî, got:

-Ji bo çi deftera te tim vala ye?

Lêwik got:


-Ez wek mamotê xwe dikim. Mamostê min çi li text dinivîsîne, ez jî wiya li deftera xwe dinivîsînim. Û dema ew text paqij dike, ez jî deftera xwe paqij dikim. Loma jî tu nivîs namîne.

Dolar
Ji yekî Tirk ra dibêjin:
-Sibe ewê meteorekî pir mezin li dinyayê keve. Ewê dinya serobinî hev bibe, aşîtê rabe, dinya ewê di bin ava okyanûsan da bimîne. Li gor texmîna hin aliman ewê ji nîvê nufûsa dinyayê bêtir di vê felekata mezin da bimre. Dinya ji toz û dûmanê ewê reş û tarî bibe. Hinek alimên din jî dibêjin ev felaket ewê dawiya însaniyetê bîne, êdî li dinyayê şertê jiyanê nemîne. Heger tu xebara felaketeke weha rojeêk berê bigrî, tu yê çi bikî?

Yê Tirk tavilê bersîv daye, gotiye:

-Bê guman ezê bi hemû perên xwe dolaran bikirim.

Diz
Pûlis ji lawikê diz pirsî:
-Tu çend salî yî?
-10 salî me.
- Deh salî yî û tu dizîyê dikî ha?
-Weleh apê pûlîs ez bi xwe ne diz im. Bavê min nexweş e, ez di dewsa wî de kar dikim!


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE