Yekî gundî û sofiyek bi hev ra dibin rêwî. Bi rê da yê sofî
dibêje, wexta nimêja nîvro ye, dibê ez nimêja xwe bikim û dest bi nimîja xwe
dike.
Sofî rekatê li ser rekatê dike, lê nimêja wî naqede. Bîna yê gundî teng dibe, lê naxwaze li ser nimêjê tiştekî ji sofî ra bibêje. Piştî sofî nimêja xwe diqedîne yê gundî jê dipirse, dibêje:
-Sofî, ma ev çi nimêja bêdawî bû, te rekat li ser rekatê kir
lê nediqediya?
Sofî got:
-Çend rekatên min yê qezayî hebûn, min ew jî kirin.
Li ser vê bersîva sofî yê gundî got:
-Weleh dibê ez jî nimêja xwe bikim.
Û wî jî rekat li ser rekatê kir, silav li ser silavê da, lê
nimêja neqediya. Nimêja wî ji ya sofî
geljkî dirêjtir ajot.
Sofî bala xwe dayê mêrik nimêjê naqedîne, ji mecbûrî jê ra got:
Sofî bala xwe dayê mêrik nimêjê naqedîne, ji mecbûrî jê ra got:
-Heyran, ma ev nimêja te nebû biqede?
Yê gundî got:
-Min nimêja hefta pêş me jî kir.
Sofî şaş ma, got:
-Kuro ma cara tiştê weha dibe?
Yê gundî mizicî, got:
-Yê li jor çima deyndariya te qebûl dike, çima ewê
pêşinatiya min qebûl ne?
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar