31 maj 2025

Kurd û erebên Îraqê xwe li hev serqot kirine


Hin partiyên Kurdistan Başûr li ser banga Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK´ê) li Pîrmamê civîyan.

Bexda li dijî peymana Herêma Kurdistanê bi hin şîrketên Amerîkayê ra çêkirin.
Bexdayê çend roj berê got, peymana Mesrûr Barzanî bi şîrketên Amerîkayê ra îmze kiriye ne qanûnî ye, ew vê peymanê qebûl nakin û meaşê mamûr û karkiran naşînin.

Ez li navê vî camêrî matmayî mam !


Berdevkê Komîsyona Hiqûqê yê DEM Partiyê Ozturk Turkdogan di Rûdawê da gazin ji Pakêta Dadê ya 10´a kiriye, gotiye ne li gorî daxwazên xelkê ye. 
Qey hukûmet dixwaze efûyekê derxîne, lê kurdan li derî efûyê bihêle. Wî jî ev yek wek neheqî dîtiye.

Navê wî bi min pir ecêb û sosiret hat, ”Ozturk Turkdogan”!*
Li gorî etîmîlojiya navê xwe dibê yekî xalis, muxlis, sedîsed tirk û pantirkîst be.

30 maj 2025

Em îro mîvanê kekê Omer Şêxmûs bûn


Îro ez û Keya Îzol mîvanê kekê hêja Omer Şêxmûs bûn. Kitêba xwe(bîranîn)û ya li ser xanima xwe Agneta Kling ji me ra îmze kir.

Rohat Alakom jî li wir bû, ew berî me hinekî çû.
Bîranînên wî bi soranî û bi erebî berê derketibûn. Nuha jî weşanxana DOZ´ê tirkiyên herdu kitêban çap kirine. Got kurmancîwan jî ewê çap bibe.

Li Amedê herin Qada Şêx Seîd û çend kitêban bikirin


Rojên Pirtûkên Kurdî li Amedê, li Derîyê Çiyê, li Qada Şêx Seîd di 27´ê mehê da dest pê kir, ewê heta 1´ê hezîranê dom bike.

Ji şansê weşanxaneyan yê xerab ra do li Amedê baraneke bi zirp barîye, gelek kitêbên wan telef bûne. Heta nuha nebarî bû, kanîbû du rojên din jî sebir bikira, lê nekir. Ji kurdan ra tim xerab tê.
Dîyar e weşanxaneyan jî ser standên xwe baş negirtine. Ez li ber ketim.

Deveyê bêegal

Danê êvarê bû, roj dikira biçûya ava. Kêrwîn ji bo ku wê şevê li çolê şevder bimîne haziriya xwe dikir.

Xortê selwan çû ba rêber, jê ra got:
-Keko, gelşeke me heye. 20 deve hene, lê 19 egalên* me hene. Egalek me kêm e. Deveyek ewê bêegal bimîne.
Rêber ji xort ra got:

29 maj 2025

Dewletên mezin dixwazin Kurdistana serbixwe ava bibe, dîsa serokên me naxwazin

Îro li dinyayê ji miletên bêdewlet yê nufûsa wî herî zêde kur din. Nufûsa kurdan ji 40 mîyonî zêdetir e, welatê wan ji alî çar dewletan va hatiye dagirkirin û miletekî bêdewlet in.

Hêzên emperyalîst di dema Şerê Cîhanê yê Yekê da Kurdistan kirin çar perçe. Di vê perçekirinê da sûcê serokên kurdan ji yên emperyalîstan ne kêmtir bû.

28 maj 2025

Şîreta Nêçîrvan Barzanî li kurdên rojava kiriye:Sûrîye welatê we ye, Şam paytexta we ye

Çaxa partiya DEM´ê û PKK veqetandinê, serxwebûnê naxwazin, Tirkiyê wek welatê xwe dibînin gelek kes wan rexne dikin, dibêjin vana bûne partiyên tirk, çimkî Kurdistanê, serxwebûnê naxwazin.

Lê Nîçîrvan Barzanî jî di vê axaftina xwe da eynî şîret li kurdên Kurdistana Rojava kiriye. Dibê hûn bibêjin Îraq welatê me ye, Şam paytexta me ye.
Gotiye di sala 2003´a da dema em çûn Bexdayê me jî eynî tişt kir.

Kapîtalîzim û pisqilêt


Morgan Freeman pesnê zêde pisqilêtê daye. Li gorî wî kapîtalîzimê her çiqas pisqilêt çêkiribe jî kapîtalîst ji pisqilêtê hez nakin. Çimkî xwediyên piqilêtê wek xwediyên otomobîlan fêdê nadin gerandina çerxa kapîtalîzmê. Di vî warî da çend numûne dane, gotiye:

-Kapîtalîzim ji piaqilêtê hez nake.
Çimkî ajotina pisqilêtê ji bo ekonomîyê xerab e.
Merivê pisqilêtê dajo erebê nakire, sotemeniyê bi kar nayne. Perê xwe nade sîxorteyê.

PKK çi bike hin kes li dij in

Di van salên dawî da gelek kesan digotin dibê PKK êdî dev ji şer berde, şer ji feydeyê bêtir êdî zirarê dide miletê kurd. Ez bi xwe jî yekî ji wan kesa me.
Ez hîn jî wer difikirim. Ji bo Kurdistana Bakur şerê çekdarî bêfêde ye, zirareke mezin dide tevgera kurd a netewî.

PKK´ê xwe fesx kir, got me dev ji şer berda, dîsa PKK´ê rexne dikin.
Ew kesên berê li dijî şerê çekdarî bûn, nuha jî li dijî çekdanîna PKK´ê ne. Îcar jî çekdanîna PKK´ê rexne dikin. PKK çi bike ne bi dilê wan e, xwe fesx dike jî rexne dikin.