Jinikê got, min mêrê xwe şand seferê, min got belkî mêrekî çê jê derê, çû hat dîsa kerê berê.
Kurmê şîrî hata pîrî.
Kûçik bi qusandinê nabe tajî.
Pêşiyên me belasebeb ev temî û şîret li me nekirine. Dibê em dersekê, ibretekê ji van goton û şîretan bigrin. Ev şîret giş netîceyên tecrûbe û serpêhatîyan in.
31 mars 2023
Guh bidin şîretên pêşiyan
Hevalê baş wek şûrê Şamê li pişta meriv e
Ev çend roj bûn min nikanîbû ji bloga xwe nivîsên xwe belav(par) bikirana.
Dema min nivîsek parve dikir, bi îngilîzî ji min ra digot ”rê girtiye”, nizanim
”rê têng e”, tu nikanî ji vê blogê nivîsên xwe pareve bikî.
Kê bîra xwe rê girtî ye?
Çima rê girtî ye, kê rê li ber min girtiye min fêm nedikir.
Ez 3-4 rojan pê da ketim, min pê li vir
û li wir kir, min tiştek bi ser avê nexist.
Ez ji pertav da ketim.
30 mars 2023
Rociyê xwendevanên min kêm kirine
Wele meha Remezanê û rociyê xwendevanên bloga min kêm
kiriye.
Berî meha Remezanê rojê herî kêm di nabêna 200-300 kesî riya xwe bi
bloga min dixist. Hin rjan serdan dibû 300-500, û 1000 jî.
Lê cergî rociyê dest pê kiriye jimara ziyaretçiyên min ketiye binê 200 î.
Ya ji min da ye, ji xwendevanan da ye. Ya jî ji rociyê da ye.
Maleke bi tifaq bergendî êlekê ye
Tifaq, yekîtî kilîta serketinê ye. Destê bi tenê deng jê nayê.
Maleke bi tifaq bergendî êlekê ye, êleke bi tifaq bergendî
dewletekê ye.
Ji bo ku êla me ne bi tifaq e em nebûne xwedî dewlet.
Heger tifaqa me hebûya emê jî wek tirk, ereb û farisan bûbana xwedî dewlet.
Ji
berê û ber da ye em bêtifaq bûne ji bo wê jî mane bindest. Îro jî eynî bêtifaqî
dom dike.
29 mars 2023
Qada siyasî bûye wek erdekî mayinkirî
Van rojan li ser hilbijartinên Tirkiyê, li ser HDPê, Huda-Parê gelek tişt tên gotin. Hin kes tiştên rast, hin kes jî tiştên fahş dibêjin.
Hin kes bi navê siyasetê û "biratiya dîn" bindestiya kurdan û raste rast
xulamtiya Erdogan diparêzin.
Atmosfer pir hesas e, ez bi xwe naxwazim zêde xwe di van minaqeşeyan bigerînim.
Memnûnîyeta Remezanê
Piştî meha Remezanê qediyaye rojekê ji Melê Meşûr(Xoce Nesredîn) pirsîne, gotine:
-Xoce, Remezana şerîf qediya. Ma tu dibê ji me memnûn ma ya
na?
Xoce Nsredîn gotiye:
28 mars 2023
Bira cîran, der û dor nebêjin ev malika kurd çi tembel e
Ne henek menek e, zivistana me bi rastî jî bi paş da hat. Ji
do êvarî da ye ev cara sisiya ye ez berfa hewşê davêjim. Ez ji pî û bask da
ketimm, pişt kete ber min.
Çer ji xew rabûm, min bala xwe dayê riya me hatiye
girtin. Min zend û bendên xwe vemaltin, rahîşt bêra berfê û hewş xweşik pa kir.
Bira der û dor û cîran nebêjin ev malika kurd çi tembel e, nikane berfa ber deriyê
xwe bavêje.
27 mars 2023
Hûnê hîn pir protesto bikin
Ji ber ku Senatoya Fransayê Newroz pîroz kiriye û madalyayên
rûmetê dane fermandarên YPGê û YPJê Tirkiye pir aciz bûye.
Wezareta karên derve
ya Tirkiyê, bi riya sefîrê Fransa yê Anqerê Fransa protesto kiriye.
Hûnê hîn gelek carên din jî aciz bibin. Heta ji we tê
protesto bikin, biqirîn, biqeherin, porê xwe birûçikînin, li çonga xwe xin, dev
li tiliya xwe kin.
Pere nake, çimkî qedrê giriyekewe, qîmeta we, îtîbara we, giraniya
we daketiye binê sifirê.
Lê helbet we baş fêm kiriye tiştê li Sanatoya Fransayê bûye pir muhîm e, hedîseyeke mezin e.
Em her roj dibêjin do ji îro çêtir bû
Li welatê me ya baran nabere, ji bêbaraniyê erd diqelişe, çandinî, zad û dar gişk hişk dibin, keda xelkê bi avê da dihere, ya jî baraneke pir dibare, lehî radibe, her tişt di ber dihere, dîsa xelk perîşan dibe.
Îsal li Kurdistanê bûye sala baranê, li Rihayê û gelek bajarên din dîsa baraneka zêde barîye, dîsa lehî û lêmiştê bajar dane ber xwe, xelk çareke din jî perîşan bûye. Erd ji baranê têr nabe, çiqasî dibare dibêje hinekî din...

