28 mars 2023

Bira cîran, der û dor nebêjin ev malika kurd çi tembel e


Ne henek menek e, zivistana me bi rastî jî bi paş da hat. Ji do êvarî da ye ev cara sisiya ye ez berfa hewşê davêjim. Ez ji pî û bask da ketimm, pişt kete ber min. 
Çer ji xew rabûm, min bala xwe dayê riya me hatiye girtin. Min zend û bendên xwe vemaltin, rahîşt bêra berfê û hewş xweşik pa kir.
Bira der û dor û cîran nebêjin ev malika kurd çi tembel e, nikane berfa ber deriyê xwe bavêje.

Hewşa me, ber deriyê me tim wek riya paporê ye, wek şosê ye.
Bira dilê cîranan bibije me.
Ji do da ye berfeke zêde barîya, hewa jî sar e.

Meteorolog dibêjin vê heftê ewê berf û sar be, tim çend derece di binê sifirê da be.

Da a bi xêr, berf xxweş e, paqijî ye, bira bibare. Gava baran dibare meriv direve hundur, lê gava berf dibare direve derve.

Xwezî hezkirina însên, dilê însên jî wek kuliyên berfê pak û paqij bûye.

Berf dihele, çiya dimîne. Bîsteke din, piştî xanim jî rabû, emê herin bimeşin.
Berfa hûr e dawî dûr e, berfa gir e dawî li vir e. Berfa îro berfa hûr e, ewê pir bajo.
Welato,

XXX

-Nanê xwe mekin zikê her kesî. Baweriya xww bi her kesî neynin. Hin kes nakor in, şîrheram û bêwefa ne, modî ne. Çer ji ser sifra qw rabin ewê kêrê bidinê.
Hin kurd baweriyê zêde bi çepên tirk tînin, lema wan didin ser serê xwe, dikin wekîl û berdevkên xwe. Şaş e, nekin. Wek gelek carên din, vê carê jî hûnê poşaman bibin. Mîhî pê li ber xwe nake. Rast, çep, dîndar filan û bîvan gişk yên hev in.

 

2 kommentarer:

  1. Apê Zinar em jî li vir diqefilin. Zivistanê dinê ne sar bû viqasî. O.F.Baran

    SvaraRadera
    Svar
    1. Li ba me jî çongekê berf li erdê ye, sar û sermak pir heye. Em ji sermê qerisîn.
      Baran nuha ji we ra baş e..
      Silavên ji dil.

      Radera

PARVE BIKE