29 mars 2023

Memnûnîyeta Remezanê

Piştî meha Remezanê qediyaye rojekê ji Melê Meşûr(Xoce Nesredîn) pirsîne, gotine:

-Xoce, Remezana şerîf qediya. Ma tu dibê ji me memnûn ma ya na?

Xoce Nsredîn gotiye:

-Memnûn ma, him jî çawa ! Ma heger memnûn nemaba her sal 10 rojan zûtir nedihat.

 
XXX

Rica sofî

Havîn bû, qijala nava rojê bû. Sofî Xelo bi rocî bû, tik û tenê li ser bîstên bû, mişar av dida. Dikira ji tîna bibeheciya. Herdu destên xwe berbî ezmên va vegirt, bi dengekî dilşewat got:

-Ey Xwedayê erş û asîman ! Li vê çolê ez û tu bi tenê ne. Heger ez bixwazim ez kanim nuha rociya xwe bixum. Lê ji ber hurmeta min a ji te ra ez ji tîna dibehecim jî ez rociya xwe naxum.

Lê ricake min ji te heye. Dibê Tu vê fedekarîya min ji bîr nekî û di cineta xwe da ciyekî baş bidî min.

XXX
Em jî cixarê dikşînin lê bi dizî

Mamosteyê zanîngeha îlahêyetê di meha remezanê da cixare eşkere dikşand. Xwendekaran çend caran ew îqaz kirin, gotin li ber me nekşîne. Lê mamoste guh neda wan, dom kir, cixara xwe eşkere kişand.

Rojekê dîsa cixara wî di dev da li bexçê zanîngehê digeriya. Çend xwendekaran riya wî birîn û ew baş nerm kirin û jê ra gotin:

-Mamoste, em jî ne bi rocî ne, em jî cixarê dikşînin. Lê em di quncikekî da, di binê nêrdiwanê da dişînin, em wek te eşkere, li ber çavê xelkê nakşînin. Tu jî wek me bike, bi dizî bikşîne.

XXX
Sifra Remezanê

Li ser sifra fitarê ji mîvanan yekî got:

-Xwezî meha Remezanê salê du caran hatiba.

Elewîyê li kêlekê fitilî ser, got:

-Ê heger hûn ji Remezanê hewqasî hez dikin, çima çer diqede hûn dikin eydî?

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE