29 mars 2023

Qada siyasî bûye wek erdekî mayinkirî

Van rojan li ser hilbijartinên Tirkiyê, li ser HDPê, Huda-Parê gelek tişt tên gotin. Hin kes tiştên rast, hin kes jî tiştên fahş dibêjin.

Hin kes bi navê siyasetê û "biratiya dîn" bindestiya kurdan û raste rast xulamtiya Erdogan diparêzin.

Atmosfer pir hesas e, ez bi xwe naxwazim zêde xwe di van minaqeşeyan bigerînim.

Gava hewce be fikrê xwe şiklekî maqûl dibêjim, lê tu carî nakevim gewriya kesî, bi kesî ra nakevim minaqeşeyên siyasî.
Qada siiyasetê bûye wek erdekî mayinkirî

Her mange tê dotin, her gotin nayê gotin. Her parî tê cûtinê, her peyv nayê gotinê.

Carnan jî meriv kanibe bi xwe baştir e, bifêdetir e.

XXX

Ax wax nigê min

Janê daye dilê min

Ji ber kêmaqiliya min.

Em çi bikin, para me jî ev ketiye, heger aqilê baş li çarşî û bazarê bihata firotin, me ye halê xwe bikira hal, biçûya bikiriya.

Lê aqil nayê firotin. Dibê em di rûnê xwe biqijilin, bi vî aqilê xwe ji xwe îdare bikin, heta rojekê hinên baqiltir ji nav me derdikevin. Ew dibin rêber û pêşengên me.

XXX

Xirwatîstanê do êvarî li Bûrsayê bi du golên Kovacîc Tirkiye şeqizand, bi hezaran tirk bi girî, bi kûzekûz û bi hustuxwarî şandin malên wan.

Tirkan li saha xwe mexlûbîyeteke wiha texmîn nedikirin. Şaşomaşo bûn.

Bi vê skorê kêfa min hat.

Hin tarîxzan qala merivantiya me û xirwatan dikin. Kî zane belkî jî xirwatan heyfa Amedsporê ji tirkan girt.

Xirwat tim xweş dilîzin, her taxim nikane zora wan bibe. Camêran îro ev yek li Bûrsayê îspat kirin.

Zafera wan pîroz be.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE