30 mars 2023

Maleke bi tifaq bergendî êlekê ye

Tifaq, yekîtî kilîta serketinê ye. Destê bi tenê deng jê nayê.
Maleke bi tifaq bergendî êlekê ye, êleke bi tifaq bergendî dewletekê ye.

Ji bo ku êla me ne bi tifaq e em nebûne xwedî dewlet.
Heger tifaqa me hebûya emê jî wek tirk, ereb û farisan bûbana xwedî dewlet.
Ji berê û ber da ye em bêtifaq bûne ji bo wê jî mane bindest. Îro jî eynî bêtifaqî dom dike.

Xelk û alem bi tifaq û yekîtiya xwe mal û dewletê ji xwe ra çêdikin, siyasetmedarên me, serokên me, partiyên me xwe li hev tûj dikin, kolozên xwe li hev mûç dikin.

Lê bi dijmin û dagirkerên welatê xwe ra jî nabêna xwe xweş dikin. Dijminê bav û kalan nabe dostê lawan.

 

XXX

 Bê(ba)ji kadînê ra gotiye:

-Kadîna delal, ji min ra derî veke ezê ji te kayê bînim.

Kadînê gotiye:

-Ji min dûr keve, ka te ji min ra ne lazim e.

Hin tirk ji kurdan ra dibêjin, ”rayên xwe bidin me, emê ji we ra bibin mertal, emê we biparêzin.

Heyran ji me dûr kevin, ji me ra nebin mertal, em kanin xwe biparêzin.

XXX

Kevçiyê qut, yanî mêrê xerab di her eşîrê da heye. Genim bê zîwan û xurêl nabe.

Lê li gorî yên xelkê, kevçiyên me yên qut pir in. Bi hezaran di destên dijmin da ne. Ne fedî dikin, ne jî li ber xwe dikevin.

Serhevdeyên me hevaltiya bi dijmin ra ji bo xwe wek şerefekê dibînin.

XXX

Ji mêrikê gundî pirsîne, gotine:

-Ma kûçik çêtir e, ya beraz, bi ya te kîja çêtir e?

Mêrik gotiye:

-Xwedê bela herduyan jî bidê, xerabên di ser hev ra ne, yek ji yên din xerabtir e.

XXX

Şêrekî birîndar di ber kûsî ra dibihurî, kûsî bala xwe dayê, jê ra got:
-Bira, ev riya me teva ye.
Şêr keserek kûr kişand, got:
-Ez namirim bi vê derbê, ezê bimrim bi vê kerbê.
Dem û dewran bûye ya kûsî û çeqelan, ew jî xwe bi şêran ra direwisînin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE