30 mars 2023

Rociyê xwendevanên min kêm kirine

Wele meha Remezanê û rociyê xwendevanên bloga min kêm kiriye.
Berî meha Remezanê rojê herî kêm di nabêna 200-300 kesî riya xwe bi bloga min dixist. Hin rjan serdan dibû 300-500, û 1000 jî.

Lê cergî rociyê dest pê kiriye jimara ziyaretçiyên min ketiye binê 200 î.
Ya ji min da ye, ji xwendevanan da ye. Ya jî ji rociyê da ye.

Ya ez êdî tiştên înteresant nanivîsînim, ya jî li piyasê nivîsên ji yên min balkêştir hene.

Yanî sebeb çi be jî rociyê xwendevanên min kêm kiriye.Min got ez viya bibêjim.
Qey milet bi rociye, radikeve, di xwe ra nabîne bixwîne.

Minaqaşeyên li ser hilbijartina jî kane faktorek be, bîr û bala însanan li ser minaqaşe û nivîsên li ser hilbijartinan e. Çimkî paşgotinî û rexnekirina partiyan û şexsan bêtir heyecanê dide însanan.

Dera nivîsên li ser partiyan, programên telewîzyonan hebin tu cazîbeyeke bloga min tune ye, însan nivîsên min ên nermik û hindik û rindik naxwînin.

Çimkî ez ne bela xwe di kesî didim, ne jî tu kesî dixim binê erdê.
Axir sebeb ev e, ne ev e ez baş nizanim, lê xwendevanên min kêm bûne, dibê ez mijrarên balkêştir bibînim.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE