31 mars 2023

Hevalê baş wek şûrê Şamê li pişta meriv e

Ev çend roj bûn min nikanîbû ji bloga xwe nivîsên xwe belav(par) bikirana.

Dema min nivîsek parve dikir, bi îngilîzî ji min ra digot ”rê girtiye”, nizanim ”rê têng e”, tu nikanî ji vê blogê nivîsên xwe pareve bikî.
Kê bîra xwe rê girtî ye?
Çima rê girtî ye, kê rê li ber min girtiye min fêm nedikir.
Ez 3-4 rojan pê da ketim, min pê li vir û li wir kir, min tiştek bi ser avê nexist.
Ez ji pertav da ketim.

Dawiya dawî, ji mecbûrî min dîsa berê xwe da Emer Farûk Baran, min mesele jê ra got û alîkarî jê xwest.

Jixwe administratorê bloga min ew e, yanî ew bloga min îdare dike. Her cara gelşek derkeve ew tavilê çareser dike.

Emer got blogspotê kodên blogê guhertine, dibê meriv kodên nuh bidê.
Camêr ji do da ye pê da ketiye, wa ye ji min ra çêkiriye. Nuha ji berê xweşiktir bûye. Lê got hîn neqediya ye, ewê xweşiktir bike.
Min jê ra barek duayên baş kir. 
Min got, ”Xwedê te ji vê
tenêtiyê xelas bike, keçeka kurd li gorî dilê te di derxîne û hûn

bi hev ra jiyaneka bextewar biborînin."

Hêvî dikim dua min bi dilê wî be.

Heger ne Emer be ez nikanim tu blog-mologan îdare bikim. Ezê bibim wek şufêrê ereba wî bi rêda bimîne.

Nivîs û belavkirin ji min tê, lê di warê teknîkê da ez yekî pir paş da mayî me.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE