31 mars 2023

Guh bidin şîretên pêşiyan

Jinikê got, min mêrê xwe şand seferê, min got belkî mêrekî çê jê derê, çû hat dîsa kerê berê.
Kurmê şîrî hata pîrî.
Kûçik bi qusandinê nabe tajî.
Pêşiyên me belasebeb ev temî û şîret li me nekirine. Dibê em dersekê, ibretekê ji van goton û şîretan bigrin. Ev şîret giş netîceyên tecrûbe û serpêhatîyan in. 

XXX

Bizin gava têr dixwe stûr dibe, quloçê xwe li zinaran, li dar û beran dixe.

Serokê Tirkiyê zêde têr xwariye, gewî bûye, tiliya xwe dixe her qulê, bela xwe di her kesî dide. Dibêje feqîr, zeîf nikanin bi min, xurt jî xwe bi ber teqala min naxînin.

Wê demê meydan ya min e, ezê têr lê bidim lotik û çindikan.

Lê pisporên hilbijartinan dibêjin umrê wî hetanî 14ê gulanê ye, di 15ê gulanê da kumika wî jêkin.

De hêvî dikim texmînên pisporan ras bin.

XXX

Pisikê ji mişk ra got:

-Ji vê qulikê derkeve here qulika din, ezê heft bar bulxur bidim te.

Mişk got:
-Ev riya nêzîk, ev bertîl zêde, ez nizanim piştî min kî yê bixwe?

Dijminê dagirker kixsakê jî belaş, bêfêde nade kurdan.

Heger Erdogan di meclîsê da kursiyekê bide kurdekî miheheq pîncîtiyek tê da heye.

XXX
Hin kes bûne gayên qot, mişan ne ji xwe kiş dikin, ne ji cîranan. Ne ji defê ra dibin, ne ji zurnê ra. Karê ji destê wan jî nakin. Hal û karên di medyaya sosyal da nivîsên xelkê diecibînin.

XXX

Li ba me peyva ”yax” heye. Di tirkî da jî peyva ”yağ”

di maneya rûn da heye. Lê têkiliya yaxa me bi ”yağ”a

tirkî tune ye.

Em ji terşa(peza)kesad, jar, bi qusûr ra dibêjin yax e, ji min ra nabe. Berxê herî yax ji me ra şerjê kir.

Meriv ji bo însên jî kane bibêje. Di dun da peyê(mêrê) herî yax ew e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE