01 april 2023

Dîsa li ser zimanê Rûdawê

Ez zanim berpirsiyarên Rûdawê guh nade rexneyên li kurmanciya wan dibe. Lê dîsa jî ezê ya xwe bibêjim. Bira ew guh nedinê, kesên guh didinê pir in.

Sernivîseke Rûdawê wiha ye:
”Erdogan gotiye, emê li navçeyên erdhejê 319 hezar yekeyên niştecîbûnê di salekê da ava bikin.”

Ji vê sernivîsê tiştek nayê fêmkirin. ”Yeke, yekeyên niştecîhbûnê” çi ye?

Gava yek bibêje, ”yekeyeke min heye”, ya jî ”min yekeyek kirî”, ya jî ”ewê yekeyekê bidin min” çi tê fêmkirin?
Qet tiştek jî nayê fêmkirin.
”Yeke” çi ye?
Bi tirkî jî gotineke wiha tune ye.
Tiştê min ji nivîsê bi texmînî fêm kir, qesda xwediyê nivîsê xaniyê yek odeyî, yek jûrî ye.

Bi kurmancî meriv nikane bibêje ”min yekeyek kirî” ya jî ”yekeyek dan min”.
Ya jî ”ez di yekeyekê da dijîm.”
Helbet sosiret ne ev tenê ye, di her nivîsê da gelek tiştên wiha hene.

Dibê meriv bibêje ”li navçeyên erdhejê emê 319 hezar xaniyên, (malên, avahiyên, bînayên) yek odeyî lêkin.”

Mixabirên Rûdawê gotinên wiha ji ku tînin, ji kîjan zimanî tercume dikin ez nizanim.

Lê kurmancî kirine zimanê etarên rişmilî. Ev jî xerabiyeke mezin e. Sîteyek bi weşanên xwe gerek zimanekî bi pêş da bibe, ne ku bike xoşab.

Ez zanim berpirsiyarên Rûdawê guh nadin rexneyên li zimanê Rûdawê dibin.

Yanî tiştê ez li ser zimanê Rûdawê dibêjim li ba berpirsiyarên Rûdawê bi qasî seriyek sîr jî qîmeta wê tuneye.

Kurmancîyeke wan a mexsûsî Rûdawê heye, ew  dev ji wê kurmancîya xwe ya wek şorba heftnîskê bernadin.

Lê dibê ew baş bizanibin bi vî zimanî ew xizmetê ji kurmancî ra nakin, belovacî wê ew kurmancî dilewitînin, dikin xoşab.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE