01 april 2023

Heneka 1ê nîsanê

Îro 1ê nîsanê ye, roja heneka 1ê nîsanê ye.

Min got ez jî henekekê bikim. Ez kûr û dûr fikirîm, min da hişê xwe tu henekek xweş nehat bîra min.

Min got ezê bibêjim li başûrê Kurdistanê YNKê û PDKê pêşmegeyên xwe kirine leşkerên hukûmeta Kurdistanê, li rojavayê Kurdistanê PYDê û ENKSê yekîtiya xwe îlan kirine û li bakurê Kurdistanê jî HDPê dev ji tirkan berdaye, bi hêzên kurd û partiyên Kurdistanî ra li ser hilbijartinê cepheye çêkiriye, lê kesê ji min bawer neke, her kesê bibêje tiştekî wiha ne mimkûn e.

Lema min ev henek jî nekir.


XXX

Yên ji hestên welatperweriyê û miletperweriyê bêpar bin, sîxurî û cahşîtiya dijminê xwe bikin, ji şeref û namûsê jî bêpar in.

Hin korîcîyan gerîlayek girtine, îşkence kirine, dûra jî teslîmî leşkerên tirk kirine.

Bênûmûsî û xiyaneteke ji viya mezintir tuneye.

XXX

Gotinek heye, dibêjin ”cemal dihere, kemal dimîne.” Cemal, pakî, çelengî, xweşikî ye. Kemal jî kamiliya exlaqî ye. Piştî salan çelengî, pakîya fizîkî bi însên ra namîne, lê xweşikiya rûhî dimîne, ew ebedî ye. Lema jî ya muhîm ne cemal e, kemal e, exlaq e, şexsîyet e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE