02 april 2023

Bira fitarekê jî kerem bike mala xwe

Meha Remezanê bû, yekî bênefs, çilek wexta fitarê nediçû mala xwe, hatiba ezimandin, nehatiba ezimandin diçû li mala nas û dostekî xwe fitara xwe vedikir.

Rojekê berî fitarê yekî li deriyê mala wî xist, ji xanima wî ra got:

-Dema efendî hat mal, bira fitara xwe li malê veneke, filan begî îşev ew ezimandiye xwarina fitarê.

Jinikê got:

-Wele hindik maye Remezan biqede, çavê min bi efendî nebûye. Heger we ew dît, jê ra bibêje bira êvarekê jî fitarê were mala xwe.

 
XXX

Hesabê meha Remezanê

Rojeke meha Remezanê du kesên bi rocî bala xwe danê yek ne bi rocî ye, xwarin li ber e, rociya xwe dixwe. Çûne balê, yekî bi hêrs jê ra gotiye:

-Meha mubarek e, 15 roj derbas bûne. Tu hîn jî ne bi rocî ye.

Mêrik gotiye:

-Ê çend roj mane?

Yekî gotiye:

-Panzde roj mane.

Mêrik serê xwe hejandiye, gotiye:

-Bala xwe bidê, li gorî qûlekî Remezan hatiye, panzde roj derbas bûne. Li gorî qûlekî din jî hîn panzde roj mane.

Di hesabê we da şaşiyek heye.

XXX


Kemîn danîye

Di meha Remezanê da ji kalê elewî pirsîne, gotine:

-Ma te îsal rocî girt ya na?

Kalo gotiye:

-Wele min kemîn danîye û xwe daye bende, lê min hîn negirtiye. Ez li bende me

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE