27 mars 2023

Hûnê hîn pir protesto bikin

Ji ber ku Senatoya Fransayê Newroz pîroz kiriye û madalyayên rûmetê dane fermandarên YPGê û YPJê Tirkiye pir aciz bûye.
Wezareta karên derve ya Tirkiyê, bi riya sefîrê Fransa yê Anqerê Fransa protesto kiriye.

Hûnê hîn gelek carên din jî aciz bibin. Heta ji we tê protesto bikin, biqirîn, biqeherin, porê xwe birûçikînin, li çonga xwe xin, dev li tiliya xwe kin.
Pere nake, çimkî qedrê giriyekewe, qîmeta we, îtîbara we, giraniya we daketiye binê sifirê.
Lê helbet we baş fêm kiriye tiştê li Sanatoya Fransayê bûye pir muhîm e, hedîseyeke mezin e. 

Kî layiqî madalyayê bin Fransayê madalya bi wan ve kirine. Sipas Fransa.

XXX

Çeteyên tirk di tîcareta afyonê da baş dixebitin, vê carê jî xwestine 3 ton û nîv eron ji Perûyê bibin Tirkiyê. 4-5 meh berê jî 1,5 ton eroîna tirkê bi navê Cengîz Guner hatibû girtin.

3 ton û 310 kîlo eroîn kirine nava pilatên seramîkê. Kê bîra xwe û pilatên seramîkê biriye. Miheqeq ev ne cara pêşî ye, berê jî çend caran bi vê riyê kirine.

Mafîyayên tirk welatên Amerîka Latînê ji xwe re kirine cî û mesken, bazara wir ketiye destê kartêlên tirk, êdî ne kîlok, du kîlo, bi tonan, bi keştiyan dibin Ewrûpayê û Tirkiyê.

Pereyên ji tîcareta narkotîkayê qezenc dikin jî li Tirkiyê bêyî serêşî û problem sipî dikin.

Gava dewlet, hukûmet li pişt însên be her kar, her tîcaret rehet dibe...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE