27 mars 2023

Em her roj dibêjin do ji îro çêtir bû

Li welatê me ya baran nabere, ji bêbaraniyê erd diqelişe, çandinî, zad û dar gişk hişk dibin, keda xelkê bi avê da dihere, ya jî baraneke pir dibare, lehî radibe, her tişt di ber dihere, dîsa xelk perîşan dibe.

Îsal li Kurdistanê bûye sala baranê, li Rihayê û gelek bajarên din dîsa baraneka zêde barîye, dîsa lehî û lêmiştê bajar dane ber xwe, xelk çareke din jî perîşan bûye. Erd ji baranê têr nabe, çiqasî dibare dibêje hinekî din...

Ji şansê me yê xerab ra îsal xweza jî li me kurdan hatiye xezebê.

XXX

Sal bi sal xwezî bi par. Her roj em ji xwe ra dibêjin do ji îro çêtir bû. Ditirsim îro jî ji sibe çêtir be.

Çimkî aktorên siyasetê eynî meriv in. Helbet însan kanin xwe bi guherin, siyaseteke nuh, baştir bidin ber xwe. Wek teorî mimkûn e. Lê ev jî wer ne rehet e, dibê serîhildan û mixalefeteke xurt hebe. Siyasetmedar mecbûrî guherînî bibin.

XXX
Berdevkê Serokê Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab mizgîniyeke xêrê daye milet, gotiye hilbijartina parlamentoya Kurdistanê ewê di 18ê meha mijdarê da(18/11-23) çê bibe. Xweş xebere, lê min bi xwe jê ne bawer e. Çima ne havînê, çima ne payizê, çima tarîxeke hewqasî dûr û orta çelê zivistanê? Bi baweriya biryareke bêdil e, xapandin e. Dixwazin bi vê taktîkê Amerîkayê û welatên din aş bikin. Lê kêrê êdî daye hestiyê Amerîkayê, ez bawer nakim bi taktîkên wiha bixapin. PDK û YNK hatine dawiya rê, dikin mala xwe jî, mala kurdan jî bişewitînin.

Hilbijartin ewê cotmeha 2022a da çê bibûya, 6 meh di ser ra derbas bûye lê hîn jî serî li xwe digerînin. Çimkî naxwazin ço, û sîlehê ji destê xwe berdin. Bi hêzên xwe yên pêşmerge Kurdistanê talan dikin û xwe diparêzin. Lema naxwazin pêşmerge bikin hêzeke dewletê.

Hêvî dikim bi derengî be jî hilbijartin bi silametî çê bibe. Lê ev tarîxa dûr şik xist dilê min. Belkî jî şikeke ne rast e. Dûma dinê dirêj e, em nemrin emê bibînin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE