26 mars 2023

Şerê wan şerê dê û dotê ye

Dibêjin dê û dotê şer kir, kêmaqilan jê bawer kir. Şer, pevçûn, teşxeleyên nabêna partiyên tirk, siyasetmedarên tirk şerê dê û doyê ye, îro dev davêjin ji hev da, gotinên giran ji hev ra dikin, hevdu dixin binê erdê, lê dibê em ji bîr nekin yên hev in, dê û dot in, sibe ewê li hev werin.

Bi fêlbaziyên siyasetmedarên tirk nexapin, şerê wan şerê dê û dotê ye. Giş jî dixwazin bi hin fen û fûtan me bixapînin, ji bo ku em tu carî ruyê azadiyê nebînin.

XXX

Pêşiyên me gotine dawet ferikî, berbû hetikîn. Partî ketine hinge dinga hilbijartinê, bi kelecan li berendaman digerin. Hinek teklîfên partiyan qebûl dikin, dibin berendamên parlamenteriyê.
Yên der û dorê jî ketine gewriya hev, serî li hev gêj kirine.
Soxê zimên rehet nasekine, ew jî carnan xwe li nav dixe.

XXX
-Agir bi saetan dişewite, avê germ jî dike, lê av di sanîyekê da êgir vedimirîne.

Bêwefayiyê bi şiklekî din nikanim tarîf bikm.

Kurd agir in, tirk, ereb, faris av in, her cara em vêdikevin, gurr dibin, ew dibin av û me vedimirînin.

XXX

-Heger durûtiya însanan hîn jî kane we matmayî bihêle, maneya wê hûn însanekî baş in.

T.S. Elîot

Jixwe însanên wiha jî êdî pir kêm in, bûne tûtya.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE