04 oktober 2019

Gelek sipas ji bo hemû kesên di medyaya sosyal da min dişopînin




Sipasiyek ji dil ji hemû heva û şopînerên min yên twîtterê ra. Di twîtterê da hevalên min zêde bûne.

Nuha bala min kişand, di twîtterê da 6271 kes min dişopînin. Jimara facebookê derbas kiriye. Jimara şopînerên min yên facebookê 4954 e.
Lê yê twîttê wa ye ji şeş hezaran jî buhurîye. Reqemeke ne xerab e, pir kêfxweş bûm. 

03 oktober 2019

Sergej Lavrov wek berdevkê tirkan dipeyive



Wezîrê karên derve yê Rûsyayê Lavrov wek berdevkê Erdogan û wezîrê Tirkiyêbe gef li kurdan û li Amerîkayê xwariye û gotiye “Amerîka li rojhilatê Firatê di nav lîstikeke gelek metirsîdar da ye. 

Armanca wan ew e wê herêmê ji Sûriyê îzole bikin. Amerîka ji bo ku li rojhilatê Ferêt nîvdewletekê ava bike kurdan bikar tîne.”

Kurd li ku dixin deng ji ku derdikeve !

Mêrik ji tirkan û ji Esed bêtir dijminnatiya kurdan dike, naxwaze kurd bibin xwedî maf û li welatê xwe, xwe îdare bikin.

02 oktober 2019

Edîb û ziman


Em zanin kesên dengê wan ne xweş jî sitranbêjiyê dikin, ji xwe ra dibêjin sitranbêj, dengbêj.

Yanî kesên wiha jî hene.

Him dengê wan nexxweş e û him jî nizanin bistirên, lê dîsa jî xwe li sitranbêjiyê dikin bela.

Zarokên nav bi kurdî lê ziman tirkî



Bahoz Baran, ji Fûara Kitêban ya Diyarbekirê qala çavdêriyeke xwe ya pir balkêş kiriye. Ji Fûara Kitêban qala trajediya kurdan ya bi destên xwe anîne serê xwe û serê zarokên xwe kiriye.

Bahoz Baran, qala zarokên navên wan bi kurdî ne, lê ew bi kurdî nizanin kiriye. 

Bêsebrîya sofî



Sofî piştî salan, bi alîkariya dost û hevalan ji xwe ra jinbiyek dîbû û dikira pê ra bizewiciya. Nas û dost li dorê kom bûbûn û pê ra ketibûn laqirdiyan. Sofî gelkî bêsebir bû, bawer nedikir lê bibe êvar û xwe bigihîne bûkê. Loma jî gav û seetê tim ji der û dora xwa dipirsî:
-Ma hîn êvar pir maye?
Yên dorê jî tim digotin:

Gerek kurdên misilman qebûl bikin pêşiyên wan zulm li kurdên êzdî kirine



Bi baweriya min kurdên êzdî ji musilmanan û ji kurdên misilman çiqasî gilî û gazinan bikin, çiqasî ji kurdên misilman bixeyidin, çiqas gotinên giran ji misilmanan û ji kurdên misilman ra bibêjin jî heqê wan heye; çimkî kudên misilman gava kanîbûne tim zulm li wan kirine, ew kuştine, talan kirine û bi çolan xistine.

Çavuşoglu dîsa got deve !

Mevlut Çavuşoglu

Li gorî wezîrê karên derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu, îcar jî serokê Fransayê Emmanuel Macron, bi rexnekirina Tirkiyê hedê xwe derbas kiriye...

Serokê Fransayê Macron, li Meclîsa Parlamenterên Konseya Ewrûpayê Tirkiye pir sert rexne kiriye, gotiye Tirkiye koçberan li hemberî Yekîtiya Ewrûpayê wek unsûrekî zorbatiyê bi kar tîne û dibê em hustiyê xwe ji vê zorbatiyê ra xwar nekin.

01 oktober 2019

Hecî pisik û Muharem Înce



Ji bo xapandina mişkan pisikê lêxist çû hecê. Heca xwe temam kir û vegeriya mala xwe.  Êdî bûbû hecî pisik.

Mişk li hev civiyan, gotin hecî pisik ji hecê hatiye, xelk û alem dihere ziyareta wî. Dibê em jî dijminatiya nabêna xwe bidin aliyekî û herin serdana wî. Em neçin nabe.

Derdê nivîsên tirkî nayê kişandin


Hin rojan bîna min pir teng dibe, ez dibêjim hema ezê hemû  kesên bi tirkî dinivîsin ji hevaltiya xwe derxim û xwe ji vê qehrê xelas bikim.

Lê dû ra difikirim, didim ber hev, didim ser hev, dibînim nabe, ne rêyeke rast e û ne jî çareyeke baş e.

Dev jê berdidim, qahra xwe bera hundurê xwe didim.