Sofî piştî salan, bi alîkariya dost û hevalan ji xwe ra jinbiyek dîbû û dikira pê ra bizewiciya. Nas û dost li dorê kom bûbûn û pê ra ketibûn laqirdiyan. Sofî gelkî bêsebir bû, bawer nedikir lê bibe êvar û xwe bigihîne bûkê. Loma jî gav û seetê tim ji der û dora xwa dipirsî:
-Ma hîn êvar pir maye?
Yên dorê jî tim digotin:
-Hîn tu li ku, êvar li ku, hîn pir maye.
Carek, du car, sê car, tim eynî bersîv danê. Dawiya dawî hew xwe ragirt, bi hêrs got:
-Heger îro bû êvar ezê van simêlên xwe ji kok da kur bikim...
Maneya înternetê
Yekî gundî li bajêr ji xwe ra li kar digeriya. Li ciyê kar jê ra gotin:
-Gerek em berê çend pirsan ji te bikin.
Mêrik got:
-Kerem bikin.
Gotin:
-Ji bo te înternet tê çi maneyê?
Gundî nizanîbû înternet çi ye, lema jî got:
-Wele ji bo min gotina înternetê tê maneya hûnê min negrin kar.

Şimik
Jinikê û mêrik pevçinî bûn, hevdu dabûn mahkimê. Hakim ji jinikê pirsî:
-Te çima şimika xwe li serê mêrê xwe xistiye?
Jinikê got:
-Weleh min dixwest bi kursiyê(sendelîyê) lêxim, lê kursî giran bû, min nikanîbû rakira. Lema min şimik li serî xist. Şimik nerm e, serê wî neşikiya.

Inga kommentarer:
Skicka en kommentar