Bahoz Baran, ji Fûara Kitêban ya Diyarbekirê qala çavdêriyeke
xwe ya pir balkêş kiriye. Ji Fûara Kitêban qala trajediya kurdan ya bi destên
xwe anîne serê xwe û serê zarokên xwe kiriye.
Bahoz Baran, qala zarokên navên wan bi kurdî ne, lê ew bi kurdî nizanin kiriye.
Sûcê zarokan tuneye, sûcê weliyên zarokan in, wan zarokên xwe asîmîle kirine.
Dê û bavên van zarokên navên wan bi kurdî, lê gotinekê jî kurdî nizanin ji bo ku ew jî wek dê û bavên xwe di "bela kurdayetiyê" negerin kurdî fêrî wan nekirin, ew wek zarokên tirk mezin kirin.
Kurdê dibêje ez kurd im û kurdayetiyê dike, lê bi zarokên xwe ra bi tirkî dipeyive, ji tirkan ra xizmeteke mezin dike.
Dê û bavên me ne siyasetmedar bûn, ne serokên partiyan bûn, ne xwedî dîplomeyên zanîngehan bûn, lê zarokên xwe asîmîle nekirin, ew bi zimanê kurdî mezin kirin.
Qatilên van zarokan ji dewletê bêtir, dê û bavênn wan in, wan zarokên xwe asîmîle kirine, sûcê zarokan tuneye.

Inga kommentarer:
Skicka en kommentar