Em zanin kesên dengê wan ne xweş jî sitranbêjiyê dikin, ji
xwe ra dibêjin sitranbêj, dengbêj.
Yanî kesên wiha jî hene.
Yanî kesên wiha jî hene.
Him dengê wan nexxweş e û him jî nizanin bistirên, lê dîsa jî xwe li sitranbêjiyê dikin bela.
Hin kes jî ne bi kurdî zanin û ne jî zanin binivivîsin, lê dîsa jî bûne nivîskar, romanan dinivîsin, di medyaya sosyal da bi cesareteke mezin qala tişt miştan dikin. Lê çi dibêjin, qala çi dikin nayê fêm kirin, ez bi xwe fêm nakim.
Lê nabe meriv bibêje.
Ji bo ku îmtîhan û dîplomeya sitranbêjiyê, nivîskariyê tuneye, kes nikane ji kesî ra bibêje tu ne sinetkar î, tu ne nivîskar î, here ji xwe ra karekî tu ji heq tê der bike.
Heger li Swêd ba rexnegiran ewê berhem ji hev vençiriyana û bigotana zimanê te sifir e û cin jî ji nivîsên te tiştekî fêm nakin.
Lê li welatê me kes nikane viya bibêje, çimkî li welatê me sinet û edebiyat bi pêş nektiye. Kesê kanibe, ya jî biwêribe viya bibêje tuneye.
Camêrek, du camêr hene, nivîskarên bi nav û deng in, lê bawer bike ez fêm nakim çi dibêjin.
Belkî jî ji korfahmiya min e, ew jî mimkûn e.
Lê axir bi min wer tê, belkî ez şaş im...
Her tişt îzafî ye.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar