Wezîrê karên derve yê Rûsyayê Lavrov wek berdevkê Erdogan û
wezîrê Tirkiyêbe gef li kurdan û li Amerîkayê xwariye û gotiye “Amerîka li
rojhilatê Firatê di nav lîstikeke gelek metirsîdar da ye.
Armanca wan ew e wê
herêmê ji Sûriyê îzole bikin. Amerîka ji bo ku li rojhilatê Ferêt nîvdewletekê
ava bike kurdan bikar tîne.”
Kurd li ku dixin deng ji ku derdikeve !
Mêrik ji tirkan û ji Esed bêtir dijminnatiya kurdan dike, naxwaze kurd bibin xwedî maf û li welatê xwe, xwe îdare bikin.
Lê rûsan tim û daîm neyartiya kurdan kirine, heger wan bixwesta nuha li Îranê jî û li Îraqê Kurdistan hebû, lê ji bo ku nexwestin kurd bibin xwedî dewlet, li Kurdistana rojhilat û başûr Kurdistan çê nebû.
Yên li Kurdistana rojhilat(li Îrranê)bûn sebebê têkçûna dewleta kurd û îdama Qazî Mihemet rûs bûn.
Yên li hemberî kurdan piştgirî dan Îraqê û Seddam û bûn sebebê têkçşna otonomiya kurdan dîsa rûs bûn.
Rola rûsan di çêbûna Peymana Cezaîrê ya 1975a da jî esasî ye.
Berpirsiyarên Soveyata wê demê bi Tirkiyê û Amerîkayê ra ketin nabêna Şah Riza Pehlewî û Seddam Husên û di sala 1975a da Peymana Cezaîrê dan îmzekirin.
Yanî rûsan tu carî piştgiriî nedane kurdan, tim û daîm piştgirî dane neyarên kurdan.
Û nuha jî li Sûriyê wa ye eynî tiştî dikin.
Lavrov jî bi devê tirkan dipeyive û neyartiya kurdan dike. Ji dêlî bibêje dibê kurd bigihîjin mafên xwe yên netewî û gerek ev yek têkeve destûra Sûriyê ya bingehî, wek tirkan li dijî piştgiriya Amerîka ya bi kurdan ra derdikeve, dibêje Amerîka li rojhilatê Ferêt lîstikeke tahlûke dilîze.
”Lîstika tahlûke”,
azadbûna kurda ye, gava kurd li welatê xwe, xwe îdare bikin, Lavrov vê yekê
xeter û wek lîsikeke Amarîkayê dibîne.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar