04 oktober 2019

Gelek sipas ji bo hemû kesên di medyaya sosyal da min dişopînin




Sipasiyek ji dil ji hemû heva û şopînerên min yên twîtterê ra. Di twîtterê da hevalên min zêde bûne.

Nuha bala min kişand, di twîtterê da 6271 kes min dişopînin. Jimara facebookê derbas kiriye. Jimara şopînerên min yên facebookê 4954 e.
Lê yê twîttê wa ye ji şeş hezaran jî buhurîye. Reqemeke ne xerab e, pir kêfxweş bûm. 


Ji bo yekî wek min ne meşûr, nasyonalîst û di ser da jî tenê bi kurmancî dinivîse, cî nade rêzeke tirkî, ez dibêjim ev jimar ne hindik e. 

Gelek sipas ji bo hemû kesên di twîtterê, facebookê û blogê da min dişopînin.

XXX
Fûara Kitêban ya Diyarbekrê ji bo me bû dermanê çavê kul, bi xêra wê him çend rojan rojeva derd û qahrê hat guhertin, him jî gelek nas û dostan hevûdu dîtin, bi hev ra kêfxweş bûn, qala tiştên dilxweşkir kirin.

Siyasetê, mijar û xeberên dilreşkir em merezarî û kezebreşî kirin.

XXX
Bêkêrî û tembeliya mêrik, jinik bêzar kiribû, ji qahra dilê xwe dest bi nifiran kir, got:

-Mêro, tu bî Xwedê birûska serê sibê li te xe!.
Merik got:

-Jinê, ne ez ji ber êrgûn derdikevim û ne jî Xwedê birûska serê sibê li min dixe.

Gava meriv xwe tevî îşan neke, avê sar û germ neke, ne bibêje him, ne bibêje gim, wê demê herlbet merivê tu şaşiyan nake.

Dibê meriv ji bo gelê xwe bixebite, tiştanan bike, bibêje, binivîse, lê mimkûn e carnan jî şaşiyan bike.
Gul bê dirrî nabe.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE