04 oktober 2019

Hezkirina sexte û nefret


Ji yê alim pirsîne, gotine “seyda, bi ya te hezkirin ya jî nefret? 

Alim gotiye:
-Nefret, çimkî nefreta sexte tuneye.

Hezkirin kane sextetewarî be, meriv kane bi derewan, ne ji dil ji yekî ra bibêje ez ji te hez dikim, xwe wek jê hez dike nîşan bide.

Lê nefret nayê veşartin, nefreta sextete nabe. 


Li Tirkiyê heta îslamîst nehatibûn ser hukim bi derewan, bi sextekarî ji me kurdan ra digotin:

 Em ne wek kemalîstan in. 

Em ne irqçî ne. 

Em ne dijminê we ne. 

Emê mafê we bidin. 

Em ji we hez dikin. 

Çimkî em birayên hev ên dînî ne.

Lê piştî hatin ser hukim, êdî dawîya derewan û hezkirina sextet hat, durû tiya wan derket ortê û nefretê xwe nîşan da. 

Çimkî nefret nayê veşartin. 

Hezkirina ne ji dil, sexte dibe, lê nefreta sexte nabe, xwe dide der. 

Ji bo wê êdî kurdê herî nezan, herî cahil, heta zarokên kurd jî êdî fêm kirine îslamîstên tirk jî bi qasî kemalîstan û faşîstan irqçî  û faşîst in û heta ji kemalîstan zêdetir ji me nefret dikin.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE