Bi baweriya min kurdên êzdî ji musilmanan û ji kurdên
misilman çiqasî gilî û gazinan bikin, çiqasî ji kurdên misilman bixeyidin, çiqas
gotinên giran ji misilmanan û ji kurdên misilman ra bibêjin jî heqê wan heye; çimkî
kudên misilman gava kanîbûne tim zulm li wan kirine, ew kuştine, talan kirine û
bi çolan xistine.
Ferman û jenosîda Şengalê ya herî dawî ye.
Sûcê misilmanan li Şengalê kirin,
sûcekî pir mezin e, nayê jibîrkirin û para hukûmeta Kurdistanê û kurdên misilman jî di vî sûcî da heye.
Me ew neparatin. Ev nayê înkarkirin.
Me ew neparatin. Ev nayê înkarkirin.
Kurdên êzdî çi bibêjin heqê wan heye, dibê kurdên misilman neheqiya xwe înkar nekin.
Mala wan ava be hîn jî dibêjin ew kurd in.
Kurdên misilman pir zulm li kurdên êzdî kirine, bi hezaran, bi darên zorê kirine musilman.
Ma zulmeke ji viya mezintir heye?
Heger ji kurdên êzdî îro hinek dibêjin ew ne kurd in, sebeb em in, sebeb zulma kurdên misilman e, kurdên misilman bi zulm û neheqiya xwe dilê kurdên êzdî ji xwe reş kirine, ew mecbûrî revê û koçberiyê kirine.
Dibê kurdên misilman vê rastiyê qebûl bikin û efûya xwe ji êzdiyan bixwazin.
Lema jî ji dêlî hêrsbûna ji êzdiyan, dibê em şaşî û neheqiyên pêşiyên xwe qebûl bikin, înkar nekin û nîşan bidin em ne wek wan in.
Em wek wan ne zalim û heqxwir in.
Em merivên demokrat û adil in.
Em ne li dijî dîn û baweriya tu kesî ne.
Em azadiyê ji bo her kesî, ji bo her baweriyê û ji bo her dînî dixwazin.
Dibê
em vê samîmîyeta xwe nîşanî kurdên êzdî bidin û di praktîkê da viya îspat bikin.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar