02 oktober 2019

Çavuşoglu dîsa got deve !

Mevlut Çavuşoglu

Li gorî wezîrê karên derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu, îcar jî serokê Fransayê Emmanuel Macron, bi rexnekirina Tirkiyê hedê xwe derbas kiriye...

Serokê Fransayê Macron, li Meclîsa Parlamenterên Konseya Ewrûpayê Tirkiye pir sert rexne kiriye, gotiye Tirkiye koçberan li hemberî Yekîtiya Ewrûpayê wek unsûrekî zorbatiyê bi kar tîne û dibê em hustiyê xwe ji vê zorbatiyê ra xwar nekin.


Ev cara pêşî ye serokekî ewrûpî tiştekî wiha dibêje.

Macron li ser Kurdistana rojava jî gotiye, ”em bi Tirkiyê ra li hev nakin. Di bin tu şertan da siyaseta me ya Sûriyê ewê li gorî zextên Tirkiyê şikil negre.”


Emmanuel Macron

Her wisa Tirkiye di warê tunebûna demokrasiyê û girtina rojnamevanan, akademîsyenan, siyasetmedaran û kesên muxalif da jî rexne kiriye.

Bi kurtî Macron gelek tiştên ne li gorî dilê Tirkiyê gotiye.

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Çavûşoglu, ji van rexneyên Macron pir aciz bûye, gotinên Macron wek zimandirêjiyê dîtiye û wek hertim dîsa gotiye:

”Bi rexnekirina Tirkiyê, serokê Fransayê Macron hedê xwe derbas kir, Ez axaftina Macron ya îro dişibînim azandana dîkê nigê wî di nava zîlqê da.”


Ji van gotinên Macron xuya dibe Yekîtiya Ewrûpayê ewê êdî li hemberî Tirkiyê hustu xwar nake û xûgiyê hew bide Tirkiyê û li Sûriyê û Kurdistana rojava jî Fransa ewê terka kurdan neke, ewê piştgiriya xwe bidomîne.

Ji bo ku Çavuşoglu ev yek baş fêm kiriye lema bi zimanekî hewqasî ne xweş û ne dîplomatîk êrîşî Macron kiriye. 

Lê ji bo me baş e, bira tiştên wiha bibêjin. Ji bo ku Ewrûpî bibînin tirk berdûş in, rêbir in û ji wan xûgiyê dixwazin.



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE