Ji bo xapandina mişkan pisikê lêxist çû hecê. Heca xwe temam
kir û vegeriya mala xwe. Êdî bûbû hecî
pisik.
Mişk li hev civiyan, gotin hecî pisik ji hecê hatiye, xelk û alem dihere ziyareta wî. Dibê em jî dijminatiya nabêna xwe bidin aliyekî û herin serdana wî. Em neçin nabe.
Hinek li dij derketin, gotin bextê pisik tuneye, pisik bibe hecî jî pisik e, dijmin e, nabe dost. Ji bo xapandinê çûye hecê. Dibê em neçin.
Lê rîsipiyên mişkan guh nedan gotinên xortan û gotin çûye mala Xedê, em neçin şerm e, dibê em herin û xêrhatinê bidinê.
Û çend mezin û rîsipî bi hev ketin û berê xwe dan mala hecî pisik.
Hecî pisik şaşikeke tu dibê destar li serî bû, tizbiyeke 99 lib di destan da bû. Gava dît mişk tên, rabû çû pêrgî wan, xêrhatin da mîvanên xwe. Bi hev ra çûn jor, bîstekê rûniştin. Çend gotinên ji vir û ji wir ji hev kirin. Hecî pisik tam bûbû sofî, wer piste, pista wî bû dua dikir û bû silawat vedida. Piştî bîstek sohbet, mişkan xatirê xwe ji hecî pisik xwestin û rabûn.
Cimata mişkan bi meraq li bende rîsipiyên xwe bû. Ji cimatê hinekan ji rîsipiyên xwe pirsîn, gotin:
-Ma we pisik çawa dît, hecê ew guhertîye ya na?
Rîsipiyekî mişkan got:
-Welah şaşika serê wî ya sofîyan bû, tizbîya destê wî ya hecîyan bû, lê belê çavên wî hîn jî çavên bênamûs û bêbextê berê bû.
Muherem Înce jî hecî pisik e, çi navî li xwe dike bira li xwe ke, dibê kurd bi demagojiyên wî nexapin. Wek hemû kemalîstan wî jî sonda irqçî ya li mekteban bi zarokên kurd tên xwarin parastiye.
Muharem Înce çiqqasî qala demokrasiyê û azadiyê bike jî ne dostê
me ye, naxwwze em ji bindestiya tirkan xelas bibin. Ew jî wek îslamîst û
kemalîstan li dijî azadîya kurdan û perwerdeya bi kurdî ye.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar