01 oktober 2019

Derdê nivîsên tirkî nayê kişandin


Hin rojan bîna min pir teng dibe, ez dibêjim hema ezê hemû  kesên bi tirkî dinivîsin ji hevaltiya xwe derxim û xwe ji vê qehrê xelas bikim.

Lê dû ra difikirim, didim ber hev, didim ser hev, dibînim nabe, ne rêyeke rast e û ne jî çareyeke baş e.

Dev jê berdidim, qahra xwe bera hundurê xwe didim.


Belkî ezê her roj hewqas nivîsên tirkî  nebînim û pê neqeherim, lê belê tiştê dibe sebebê qahra min ji ortê ranebe, ez nebînim çi ferq dike?

Ew kes ewê her hebin û bi tirkî binivîsin.

Û di nava kesên bi tirkî dinivîsin da gelekên kêfa min ji wan ra tê, ez ji wan hez dikim hene.

Heger ez her kesê bi tirkî û bi kurdî û tirkî dinivîse ji hevaltiya xwe derxim û tenê kesên xurî bi kurdî dinivîsin bihêlim, ez bawer dikim herî zêde ewê 5-6 havlên min bimînin.

Bavo bira deh bin…

Çimkî çend kes ne tê da, yên herî kurdçî jî piranî bi tirkî dinivîsin.

Ya din kêfa min ji hemû kesên bi kurdî dinivîsin ra nayê.

Hin kes hene tenê bi kurdî dinivîsin, lê kêfa min ne ji şexsê wan ra û ne jî ji fikrê wan ra nayê. 

Lê hin kes jî hene tenê bi tirkî dinivîsin, lê dîsa jî kêfa min ji wan rat ê.

Yanî ji bo hezkirinê ziman tenê têrê nake, hin tiştên din jî lazim in.

Di nava kesên bi tirkî dinivîsin, yên bi tirkî û kurdî dinivîsin da gelek nas, dost û hevalên min yên pir hêja, yên ez pir qedir û qîmetê didim şexsê wan û fikrên wan hene. Xwezî wan bi kurdî binivîsiya.

Lê axir tiştê kêfa min jê ra nayê ziman û nivîsên wan yên tirkî ne, fikir tiştekî din e…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE