Girtiyek di hucreya xwe da bi mûriyekê ra bû heval. Navê mûriyê kir Kîto û tim bi vî navî ban kirê û pê ra peyivî.
Bi vî hawî ji tenêtiyê
xelas bû, êdî ne bi tenê bû, di hucreyê da jê ra hevalek çê bûbû.
Piştî demekê mûrîyê li gorî emrê wî hereket kir, wî çi got bi ya wî kir. Heta fêrî teqleavêtinê jî bû.
Yê girtî ji xwe ra got, însan ewê bibin heyranê Kîto, ezê bi xêra wê gelek pere qezenc bikim û zengîn bibim. Bi vî hawî di serê xwe da gelek xeyal û pilan çêkirin.
Roja ji hefsê derket Kito kir qutiyeke şixatê û bi xwe ra bir derve. Çû çayxaneyekê. Dixwest bizanibe hela însanên li hemberî huner û marîfetên Kîto çi bibêjin.
Kîto ji qutya şixatê derxist, da ser masê û ban garson kir. Dixwest huner û marîfetên Kîto nîşanî garson bide.
Garson çer hat, jê ra got:
-Tu vê mûriya ser masê dibînî ne wisa?”
Garson bi paçê di destê xwe da mûrî girt û got ”li qusûrê nenêre begefendî” û Kîto kuşt...
Mêrik hol bû, got ”nan, na, wer neke”, lê dereng bû, Kîto carê hatibû kuştin.
Her kesî li gorî xwe hin hêjayî û baweriyên xwe hene û qîmeteke mezin dide wan.
Ji bo yekî tiştekî, bûyerke pir muhîm e, ji bo yekî din kane qet ne muhîm be, heta tiştekî pir beradayî be.
Ji bo yê girtî Kîto pir muhîm bû, lê ji bo garson ew mûriyeke, gêrikek bû.
Dibê meriv her kesî wek xwe nefikire.
Heger em her kesî li gorî baweriya xwe, li gorî dîtin û fikrên xwe yên îdeolojîk û siyasî binirxînin, em kanin rû bi rûyê gelek gelşan bibin.
Çimkî tiştekî ji bo yekî pir hêja, pir manîdar û pir bi qîmet, kane ji bo yekî din pir bêqîmet be.
Ji bo wê jî dibê meriv hurmetê nîşanî bawerî û hêjayiyên xelkê bide, her tiştî li gorî pîvanên xwe nenirxîne, li hemberî fikir û baweriyên cihê bînfireh û xwedî tolerans be, kanibe xwe têxe dewsa wan.
Wek dibêjin qîmeta zêr zêrker/seraf zane.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar