Ez gelekî qedrê kesên bi kurdî dinivîsin digrim. Bêguman
bi kurdî nivîsîn pir baş e û dibê meriv qedir û qîmetê bide kesên bi kurdî
dinivîsin. Ez bi xwe viya dikim.
Ev temam.
Lê bi ya min li alî din ji wê jî muhîmtir gerek em nifşên kurdîzan li pey xwe bihêlin.
Yanî nivîskarên bi kurdî dinivîsin dibê bi zarokên xwe ra bi kurdî bipeyivin, zarokên xwe bi tirkî mezin nekin.
Nivîskarê kurd gerek bi zarokên xwe ra bi tirkî nepeyive, bipeyive şaşiyeke mezin dike.
Gava em bi zarokên xwe ra bi kurdî nepeyivin, nifşên kurdî zanin li pey xwe nehêlin kurdî jî, nivîskarên kurdî jî û edebiyata kurdî jî ewê bi me ra here gorrê.
Lema jî îro wezîfeya li pêş kurdan ya herî mezin û herî tarîxî gerek em nifşên kurdîzan li pey xwe bihêlin. Heger ev nebe kurdî ji mirinê xelas nabe, ewê jî bi me ra here rahmetê. Vê rastiyê êdî em hemû zanin.
Yê here li fûaran bi kurdî bipeyive, konferansan bi kurdî bide xelkê û li mala xwe jî bi zarokên xwe ra bi tirkî bipeyive ne bi îstîkrar e, dibê meriv viya normal nebîne, rexne bike.
Tiştê em ji dewletê û ji xelkê dixwazin, dibê em ji xwe, di mala xwe da dest pê bikin, bi cî bînin.
Yê kurdî ji mirinê xelas bike ne nivîsîne, axaftine, mezinkirina zarokan bi kurdî ye.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar