31 januari 2020

Siyasetmedar dibê bi kurdan ra bi kurdî bipeyive


Heger partiyek, siyasetmedarek dixwaze ji gelê xwe ra xizmetê bike, siyaseta herî milî dibê bi kurdî xîtabî kurdan bike. Bi axaftina tirkî, bi twîtên tirkî siyaseta netewî nayê meşandin. 

Siyasetmedarê kurd dibê bi kurdan ra bi kurdî bipeyive. Kurdperwerî, nasyonalîzim bi tirkî nabe. Nûnerên kurdan dibê bi kurdan ra ne bi tirkî, bi kurdî bipeyivin. Yên viya nekin şaşiyê dikin.

Kûçik û kûçiktî



Dêlik û cewrikên xwe li kêleka rê, li ber siya dîwarekî ketibûn. Merivek ji ber wan derbas bû. Dêlikê ji cewrikên xwe ra got:

-Delalîkên min, guh bidin min, ev merivê nuha ji vir derbas bû, zatekî gelkî mezin e. Temiya min li we, tu carî bêhurmetiya wî nekin.

30 januari 2020

Şerê cîhanê



Du xwendevanên heval li ser dersa tarîxê sohbet dikirin. Yekî got:
-Hêvî dikim di demeke nêz da Şerê Cîhanê yê Sisiya dernekeve; derkeve ewê ji bo me pir ne baş be. Hevalê wî pirsî:

Navê gur derketiye rûvî dinya xera kiriye



Gotinek heye, dibêjin navê gur derketiye, rûvî dinya xera kiriye.

Navê meleyên Îranê derketiye, lê esas Erdogan dinya xera kiriye, tiliya wî di hemû şer û teşxeleyên herê da heye. Yê hêzên îsalamî, Daîşê sewq û îdare dike Tirkiye ye.

Îro li dinyayê tu serokek bi qasî Erdogan ji herêma xwe ra, ji Ewrûpayê ra û ji dinyayê ra ne tahlûkeye.

Hadê em herin bindariyê


Tirên rabû minawre kir
Min di odê da yoxulme kir
Delalê dilê min
Li ber min rûniştî bû
Wele bile min nas nekir.

29 januari 2020

Tiştê tu ji bo filistîniyan dixwazî çima tu ji bo kurdan naxwazî?

Serokê Huda-Parê Îshak Saglam


Serokê Huda-Parê Îhsan Saglam li dijî pêşniyara serokê Amerîkayê Donald Trump ya ji bo aştiya Îsraîl û filistîniyan rabûye, pilan rexne kiriye, gotiye tiştekî wiha nayê qebûlkirin, ”Quds paytexta musilmanan e, Filistîn welatê flistîniyan e, kes nikane vê rastiyê biguhere.”

Huda-Par û hin kurdên îslamî xwe wek berdevk û leşkerên filistîniyan dibînin, ji filistîniyan, ji ereban bêtir neyartiya Îsraîl û Amerêkayê dikin.

28 januari 2020

Gotinên mezinên tirkan li ser tirkan


Mezinên tirkan li ser tirkan gelek tiştên giran û xerab gotine, tirk şibandina keriyên heywîn û cahilan.

Heger ez wan tiştên mezinên tirkan ji bo tirkan gotine bibêjim her kesê keviran li bibarîne û di cî da mohra irqçîtiyê li min xe. Lê xwedê kir yên gotine ne kurd in, ne xerîb in, tirk bi xwe ne.

Soner Yalçinê tirk ji gotinên mezinên tirkan çend numûne belav kirine, min ew wergerandin kurmancî. Fermo bixwînin û bibînin bê pêşiyên tirkan li ser tirkan çi gotine:

27 januari 2020

Dara gûzê şahidiya wahşeta dîtiye dike



Van rojên dawî ez baş dixwînim. Do bi şev jî min romana Helîm Yûsif ”Firîna Bi Baskên Şikestî” qedand û dest bi xwendina şiîrên Arjen Arî kir.

Nivîskar, di Firîna Baskên Şikestî da ji devê miriyan, ji devê Hadîyê derhêner, Burhanê senarîst û gelek miriyên ji alî celadên îslamî ve hatine kuştin, qala wahşeta celadên Daîşê li Kobanê anîne serê kurdan dike. 

Em çi dikin jî em ji bela tirkan xelas nabin


Pêşiyên me gotine, ez hêdî dimeşim bela tê digihîje min, ez zû dimeşim ez digihîjim belayê.

Em dikin nakin, em ji bela tirk xelas nabin, em dilezînin nabe, em hêdî diherin nabe, em ku da davêjin wer di nav nigên me da ne, çarhawêlî me, li perçên Kurdistanê bela tirkan ji me naqete.

Wekîlê Xwedê


Dema Elî Riza Septîogluyê rahmetî bûbû wezîrê dewletê, di eynî wextê da berpirsiyarê meteorolojîyê jî bû. Çend hemşeriyên wî diçin ziyareta wî û wî pîroz dikin. Ji mîvanan yek bi meraq jê dipirse:
-Şêxê min wezîfeya te çi ye?
Şêx dibêje:

26 januari 2020

Qumandara kurd Arîan



Ez û xanim îro çûn sînemayê, me li fîlmê dokumenter yê şepala kurd ”Arian Comandant” temaşe kir.

Arîan 30 salî, qomandareke YPJê ye, di şerê Sûriyê da, di cepheya pêşî da li dijî Daîşê-hovên îslamî ji bo parastina welatê xwe, bajarê xwe, şerf û namûsa xwe şer dike. Ew û bi sedan havalên xwe Kobanê ji wahşên îslamî, ji tebayên rîdirêj xelas dikin.

Çend şekirên ji edebiyata kurmancî ya devkî


Edebiyata kurmancî ya devkî pir xurt û xweş e û mistewa wê jî pir bilind e, meriv dibe heyran.
Meriv matmayî dimîne kesên bêtahsîl û perwerde çawa kanîbûna edebiyateke hewqasî mikemel, bi qalîte bixuliqînin.
Fermo ji dîlok, stranên kurmancî çend çarînên, çend numûneyên şekirîn.

Siyaset sinetekî zor e



Dijminên me çiqasî bi hev dikevin,
dinya çiqasî li hev dikeve,
lê ji me kurdan ra dîsa jî tiştek bi ser nakeve.
Sebebê vê jî bêguman ne gel e,
ne em in,
siyasetmedar in,
ew ne jîr in,
ew bi tivdîra xwe nizanin,

25 januari 2020

Dibê meriv ne nankor be


Meriv ji her kesî hez nake, ne mecbûr e ji her kesî hez bike. Ji xwe tiştekî wisa ne mimkûn e jî.

Sebebên vê pir in.

Carnan sebebê vê nehezkirinê bi heq e, carnan jî ne neheq e. Carnan meriv di fikirê xwe da şaş e, carnan rast e.

Hero bese lo...

Ka em vêsê jî bi dûlikeka Qerejdaxê ji we dost û hevalan ra bibêjin roja we bi xêr.

Hêvî dikim di erdheja do da gelê me zêde zirar nedîtibe. Ji kesên mirî ra rahmetê û ji birîndaran jî şîfayê dixwazim.

24 januari 2020

Rojeke xweş bi şair û dostekî hêja ra

Xelîl Duhokî û Zinarê Xamo
2020-01-24 Stockholm


Îro min û kekê Xelîl Duhokê li Stockholma xopan bi hev ra qaheweyek tahl vexwar û bîstekê sohbet kir, ji hev ra qala derd û kulên dilên xwe kir.

Kekê Xelîl, ji min ra du berhemên xwe jî, ”Dê Roj Hilê” û hemû dîwanên Refîq Sabir ”Şewçira” îmze kirin. Bi van herdu diyariyên hêja  ez gelkî kêfxweş bûm, mala wî ava be.

Hin êş jînê li meriv dikin zindan


Hin êş sivik in, zû derbas dibin, rehet tên ji bîr kirin. Lê hin êş jî nayên kişandin, nayên ji bîr kirin, li ser milê meriv dibin wek tayê aşan, ruh ji meriv distînin.

Hin êş birînên dilê meriv dikewînin, hin êş jî jana wan giran e, umrê meriv kin dikin, meriv diguherînin, jînê li meriv dikin zindan.

Yê zanîna wî zêde be êşa wî jî zêde dibe


-Bi ezberkirinê meriv nabe merivekî zane.
Montaîgne
-Dema xeyalên însên ji dest were girtin tu zewq pê ra namîne.
-Her merivekî mezin alimek e, lê her alimekî mezin ne merivekî mezin e.
Holmes
-Yê zanîna wî zêde be êşa wî jî zêde dibe.
Încîl

23 januari 2020

Demokrasiya Ûgandayê jî ji ya Tirkiyê pêşdatir e



Li gor Rapora Endeksa Demokrasiyê ya 2019a, Tirkiye di nav 167 welatên cîhanê da di rêza 110a da ‎ye.

Di warê demokrasiyê da Nîjerya, Ûganda, Zambîya, Lubnan û Srî Lanka jî ji Tirkiyê demokratîktir û pêşdatir in.‎

Mele zêde dirêj meke



Mele li mizgeftê di xutbê da qala cinet û cahnimê(bihuşt û dojehê)dikir.

-Cehnime heft qat in, di qatê yekê da kesên bênemaz tên şewitandin. Di qatê duduyan da kesên xumarbaz tên şewitandin. Di qatê sisiyan da kesên kufurbaz tên şewitandin. Di qatê çaran da kesên…
Ji nav cimatê yekî xwe ranegirt got:

Zewac bazareke dûr û dirêj e


-Birçîbûn bi xwarinê, nezanî bi xwendinê ji ortê radibe.
-Berî berbangê hertim pir tarî ye.
-Berî hûn bizewicin çavên xwe baş vekin, piştî hûn zewicîn çavên xwe nîvçe girtî bihêlin.
T. Fuller
-Ezabê ûjdan di hundurê însên da dojeh e.
-Her tiştê tu zanî nebêje, her tiştê tu dibêjî bizanibe.
Clawdius

22 januari 2020

Min heta nuha ev nizanîbû !


Şîva me ya îşev masî bû. Hoste, aşpêş jî bêguman wek her tim dîsa ez bûm.

Min masîyê xwe yê sorik û patatên xwe xweşik, wek kulînçeyên eydiyê sor kirin û danî ser masê û zeleteyekî xwe yê firingiya jî da ber û got, ”xanim de kerem ke were, şîv hazir e.”

Û ew jî wek xaniman hat li ser sifra xwe ya hazir rûnişt…

Navê gulê çi be jî bîna wê xweş e



Îro jî ji gotinên xweş çend numûne.

-Mazî çira jîna we ye. Di tarîyê da rê nîşanî we dide, pêşiya we ronî dike.
-Muzîk xwişka dansê ye.
-Ji marê qobre ra tu bibêjî mar jî, tu bibêjî Mîrê hêja jî mar e, wê dîsa bi te vede.
-Kesên nizanibin minaqaşê bikin, nizanibin bi hev ra bipeyivin li hev dixin.

21 januari 2020

Heta tirk neyên baskokirin li herêmê rehetî ji kesî ra tuneye



Îro dijminê me yê herî har, herî êrîşkar û dirinde Tirkiye ye. Di van sed salên dawî da çi xerabî, qetlîam û trajedî hatine serê me, ya wan kirine, ya jî di gişan da tiliya wan heye.

Tirkiyê li Sûriyê û li Îraqê Daîş li hemberî me organize û perwerde kir û berra bedena me da. 

Ji bo ku bi leşkerên xwe êrîşî me nekin, Daîş çê kirin û bi Daîşê û hêzên din yên îslamî, her carê navek li wan kirin, li Sûriyê û li Îraqê ev 8-9 sal in sere kurdan dikin.

Apo ne gêj e, lê nikane her tiştî bibêje


Dibêjin gotina rast tahl e, lê ne rast e, carnan ji bo hinekan tahl be jî, bi piraniyê şîrîn û xweş e. Li ser beyana Platforma Zimanê Kurdî(li kurdî xwedî derkevin)min twîttek nivîsî bû, min ji platformê ra wiha gotibû:

Îtîqada batil karê seriyê zeîf e


-Çar nigên hespê hene lê dîsa jî dilikume.
Pûşkîn
-Dê û bav bi tesadufî, heval bi hilbijartinê tê qezenckirin.
C. Mermet
-Gera li hevalê bêqusûr tê maneya meriv naxwaze dostê meriv hebe.
De Sacy
-Însan wek masiya ye, masî gava ji avê derdikve, însan gava ji însaniyetê derdikve dimre.
-Însan hertim nikane bi egîd be, lê kane hertim bi însan be.
B. Franklîn

20 januari 2020

Rûviyê çiyê û rûviyê deştê



Rojekê rûviyê çiyê ji çiyê daket, çû deştê. Bîstekê vir da, wê da geriya, rastî rûviyekî deştê hat. Rûviyê deştê pir jar(zeîf) bû û yê çiyê jî pir qelew bû. 

Rûviyê çiyê ji rûviyê deştê ra got:

-Bira, te xêr e, derdê te çi ye, çima tu wiha jar û bêhal î?
Rûviyê deştê got:

-Bira, derdê min pir giran e, jiyana li deştê pir zor û zahmet e. Nêçîrvan û tajî qet rehetiyê nadin me, tim li ser pişta me ne.
Rûviyê çiyê got:

Xwendina tiştê xweş xweş e


Bi xêr û xweşî min bîstek berê dest bi romana Helîm Yûsif, "Firîna bi Baskên Şikestî" kir.

Ez binêrim hela Hadîyê derhêner û Burhanê senarîst ji min ra qala çi çîrokên û serpêhatiyên xwe yên dema zindî bûn dikin.

Wek min gotibû, min do "Şêhneya Dînan" ya M. Zahîr Kayan qedand. Ez dibêjim belkî ev cara pêşî ye ez kitêbekê di rojekê da, digrim destê xwe, diqedînim û datînim wir.

Asasê exlaq azadî ye


Îro jî çend aforîzmayên tevlihev.

-Asasê exlaq azadî ye.
C. F. Meyer
-Evîn nêrdiwaneke ji êgir e, ji dilan heta bi asîmanan dirêj dibe.
E. Geîbel
-Ezabê serî ji ezabê ji ezabê laş hîn mezintir e.
Syrus
Evîn çîrokeke pir kevn e, kane nup û nû bimîne.
H. Heîne
-Evîn li Fransayê komedîyeke, li Îngilistanê trajediyeke, li Îtalyayê operayeke, li Almanyayê melodrameke.
M. Blessîngton
-Evîndarî çûyina aqil e.

19 januari 2020

Tesadufek xweş



Min do romana "Sêvdîn Mîrê Kela Rebetê" qedand û li gorî biryara min, minê dest bi romana Helîm Yûsif, "Firîna Bi Baskên Şikestî" bikira.

Lê di vê nabênê da ez rastî "Şêhneya Dînan" ya M. Zahîr Kayan hatim. Nayê bîra min ew kînga kiriye, çawa bi dest xidtiye. 

Min hinek jê xwend. Bala min kişand, meraqa min zêde kir. Min biryara xwe guhert, ezê berê Şêhneya Dînan bixwînim û dû ra dest bi ya Helîm Yûsif bikim. 

Heger tu nizanî ji yekî zane bipirse


Hin însanan her tim hin gotinên xweş û biaqil kirine; gotinên meriv didin fikirandin, gotinên meriv ji wan aqil digre. Ez bi çend numûneyên din dom dikim.
-Bîranîn darên bin çengên mejiyê kalbûyî ye.
-Çaxa bawerî nemîne, şerf jî bimre, însan jî namîne.
Çêyî zincîreke zêrîn e însên bi hev ve girê dide.
Geothe

18 januari 2020

Roman û tarîx


Min romana Osman Ozçelîk ”Sêvdîn Mîrê Kela Rebetê” îro qedand. 

Romaneke xweş e, hin şaşiyên redakteyê hene, lê zimanê wê xweş e, meriv bi meraq dixwîne. Bi taybetî destpêk pir bi heyacan e.

Lê dawiya wê bi qasî destpêkê ne herikbar bû, bi qasî destpêkê heyecan û meraq bi meriv ra çênedikir. Li gel vê jî romaneke serketî û li ser kurdan û mişt agahiyên tarîxî me... 

Îcar ev ji me kêm bû !



Keçikeka bi profîla ”Eylem” di twîtta xwe da gotiye:
”Ez wek kurdekê dibêjim, kî kitêba Selahedîn Demirtaş, Leylanê nekire, nexwîne terorîst e, Ez vekirî dibêjim !”

De were safî bike?

Aqil lîstika dil e


Ez weşandina aforîzmayên min wergerandibûn kurmancî didomînim.

-Axaftin zimanê aqil e
Seneca

-Aqil ji ruyê erdê rabe jî kesê bi bêaqiliya xwe bawer neke.
Sadî

17 januari 2020

Tirk li Ewrûpayê di îltîcayê da serî dikşînin



Li Almanyayê êdî tirk ji kurdan bêtir îltîca dikin. Heta 2016a kurdan ji tirkan bêtir îltîca dikirin, lê ji 2016a û vir da ye rêjeya tirkan ji sedî 50 jî derbas kiriye.

Ji sedî 74.6ê daxwaza tirkan ya îltîcayê(penaberiyê) li Almanyayê tê qebûlkirin, lê ya kurdan tenê ji sedî 14.5 tê qebûlkirin.

Alman heyranê tirkan in, 3-4 milyon tirk têra wan nake, dixwazin milyonek, du milyonên din jî li Almanyayê bi cî bikin û Almanyayê baş bikin welatekî tirk û misilman.

Ka îro jî em guh bidin Lec

Stanîslaw Jerzy Lec


Min got ez îro jî çend aforîzmayên nivîskarên bi nav û deng Stanîslaw Jerzy Lec biweşînim. Çend hebên wan min ji zû da kiribûn kurmancî, wê rojê di nava kaxetan da lê rast hatim. Min çend hebên din jî lê zêde kirin.

Stanîslaw Jerzy Lec(1909-1966), nivîskar û şairekî polonî ye, bi eslê xwe cihû/yahûdî ye. Nivîskarekî bi nav û deng e, aforîzmayên wî tercumeyî gelek zimanan bûne.

16 januari 2020

Em îşev çûn konsereke muhteşem


Min  xanimê îşev li salona Berwardhallen li konsereke pir xweş temaşe kir. Ji zû da bû me kêfeke wiha nekiribû. Em nuha hatin mal.    

Salona muzîkê Berwardhallen par di 30ê mijdara 2019a da (30/11-2019) ket 40 saliya xwe; ji wê çaxê da ye 40 saliya xwe bi konserên pir taybet pîroz dike. Pîrozbahiyên 40 saliyê heta dawiya salê ewê dom bike.

Ji zû da ye min digot rojekê emê li wir herin konserekê, lê heta nuha wer nebû qismet, nîhayet em îro çûn.

Zimanê xwe fêr bibe tu yê li karê bî



Tu gurra min dikî tu yê wek kurdekî û kurdekê zimanê xwe baş fêr bibî, belkî tu rojekê romanekê binivîse ya jî bibî şair.

Li ba kurdan şairî, nivîskarî ne zor e, ya muhîm tu hinekî bi kurdî bizanibî.

Kurdên bi kurdî nizanin li zirarê ne, kurdên bi kurdî zanin li karê ne; yên xwestine, bi qelîte bêqelîte, hêja, ne hêja bûne nivîskar; kanin bibin.

Duaya zû qebûl bû



Tunebûnê, xizaniyê êdî dabû hestiyê yê elewî, destên xwe berbî hewa ve vegirt û dua kir, got:

-Ya Rebî ev hejarî û feqîrî hew tê kişandin, ya baştir ew e tu ruhhê min bigrî û min ji vê jiyana şerpeze, ji vê dinya sefîl xelas bikî.

Benê derewan kin e, ji nav defterên kevn çend tişt miştên xweş -2-


-Zarok bi şekir, mezin bi sondê tên xapandin
Gotina pêşiyên alman
-Nebe koleyê zêr, bibe efendiyê wî.
G.P Alman
-Aqil di serê însên da mîx e, heta tepek lênekve nakeve hundur serî.
G.P. Arnawid
-Evîn û kuxuk tu carî nayên veşartin.
G.P Awisturalya

15 januari 2020

Li ser gotina ”berdarê”


Kekê Osman Aydin di nivîsa xwe ya li ser Hanîlî Salîh Bey(Salih Begê Hênî)da şiîreke Salih Beg jî weşandiye. Di misrayeka(risteyek, malikek)wê şiîrê da gotina ”berdar” heye.
Misra/riste bi tirkî wiha ye:
”Ehli hakkız, korkmayız idamdan, berdardan”
Yanî ”em ehlê heq in, natirsin ji îdamê, ji berdarê.”

Ji nav kaxet û defterên kevn çend tişt-miştên xweş -1-


-Aqilê dereng hat, bi kêrî tiştekî nehat.
-Bi şev şêr e, bi roj bêkêr e.
-Bila erş be, bila ne li bin ferş be.
-Çeqelê ciwan ji şêrê pîr meydanê dixwaze.
-Deştê ji te ra dibêjim, newalê di ber te ra davêjim.
-Dijminê bêderew ji dostê bêşeref çêtir e.
-Diz mîr e, keleş wezîr e.

14 januari 2020

Çend gotinên biaqil û xweş


Do di çavîk û qulik mulikên dolaba xwe da ez rastî hin nivîs û wergerên xwe hatim. Min berê qala çîrok û serpêhatiya dolaba xwe ya kitêban kir.

Di nava wan da hin nivîs û nameyên min, hin aforîzim û gotinên pêşiyan hene. Ezê ji berêvkê da wan biweşînim. Meriv çi binivîse, çi bi biweşîne baş e, miheqeq çend kesên bixwînin û jê hez bikin ewê hebin.

Ma ez neweşînim û li mal genî bikim ewê çi feydeya wan bigihîje minû xwendevanên min?
Ez îro bi çend heban dest pê dikim.

Rexne û kultura rexnekirinê



Rexne (kirîtîk)ne şîîr e, nesir e, prosa ye, nivîsa dûz e, dibê meriv berhemê, fikran, tiştan, bûyeran analîz bike, bêjing bike, ji hev derxe.
Ji ber wê ye jî rexne li Rojava,  di civatên tradîsyona wan a xwendin û nivîsandinê heye bi pêş ket, xurt bû. Li Rojhilat jî şiîr. Lema jî şairên me pir in, lê rexnegirekî me yê profesyonel tuneye.

Ji bo ku rexne bi pêş keve,  çi edebî, çi siyasî, dibê di nava civatê da xwendin û nivîsandin belav bûbe, civat xwedî tradîsyona xwendinê û rexnekirinê be. 

13 januari 2020

Min kitêbxaneya xwe ji kitêbên tirkî îro hinekî paqij kir



Min îro dolaba xwe ya kitêban guhert. Min ya xwe ya pir kevn bûbû avêt û ji ciyê kevn, kevneke ji wê hinekî baştir kirî. 

Ya min çavîkên(dexîlên) wê ji hev da ketibûn, min nikanîbû vekira, tiştên min tê da asê mabûn.

Bi xêra guhertinê min dolab vala kir. Ez tenê tê da tunebûm, bi sedan tişt miştên ji qal û bela da tê da bûn; ji danê nîvro da min pişt li xwe rast nekiriye, ez ketim nav kaxet û kitêban, ji hev digrim, hinekan davêjim, hinekan dihêlim. 

12 januari 2020

Fetwayên Xumeynî



Ayatulah Xumeynî

Do ez rastî nivîseke Şivan Okçuoglu ya li ser fetwayên Xumeynî hatim. 

Şivan Okçuoglu gotiye dema min li ser Xumeynî lêkolîn dikir, ez rastî metneke fetwayên Xumeynî ya bi navê ”Kitêba Kesk” hatim. Bi xwendina wê ez matmayî mam.

Kibêke Xumeynî ya bi navê ” Tahrir Al-Vasilah” heye, Şivan Okçuoglu hinek beşên wê kitêbê tercumeyî tirkî kiriye.

Ji homoseksueliyê bigre, heta bi pedofîliyê, heta bi tecawiza heywîn, di her warî da û li ser her tiştî fetwayên Xumeynî yên pir ecêb û sosiret hene.

Heger polîsên îsraîlî hezar filistînî kuştibûna...!



Li gorî beyanên resmî yên pûlisên Îranê di meş û çalakiyên berî kuştina Qasem Suleymanî da 1000 kes hatiin kuştin. Hêzên muxalif dibêjin jimar kane gelkî zêdetir be.

Em bibêjin bira hezar kes be.

Ne hezar mirîşk in, hezar însan kuştine !

Tirk li vê dinyayê tenê li dijî kurdî ne


Neyartiya tirkan ya bi kurdan û bi zimanê kurdî ra pir kûr e

Li Tirkiyê kurdî ne tenê di warê perwerdê da, li nexweşxan û di saziyên xizmetê pêşkêş dikin da jî nayê bikaranîn.

Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê bi 6 zimanan tabeleyeka agahdariyê li hemû nexweşxaneyan bi darde kiriye. Di nav van 6 zimanan da kurdî tuneye.‎

11 januari 2020

Meleyên virek piştî sê rojan li xwe mukir hatin



Îranê xistina balafirê nîhayet qebûl kir. Dizên bîstanan li xwe mukir tên zivistanan.

Qatilên dest û devbixwîn, mecbûr man li xwe mukir bên !
Berê înkar kirin, gotin tiştekî wiha qet ne mimkûn e, balafir bi xwe ketiye. Me balafir nexistiye, buhtanan li me dikin. 

Ji bo ku sûc û qetlîama xwe veşêrin sê rojan derewên nemayî li hev anîn, gelek tişt jî îmha û wenda kirin. 

Lê têrê nekir, piştî ku Amerîkayê fîlm û belge nîşan da, mecbûr man li xwe mukir bên û sûcê xwe qebûl bikin.

Me tu carî newêrekî nekir


-Heger wêrekiya tu bidî dû bi te ra hebe, xeyalên te hemû kanin bibin rastî, bi rast bigerin.
Che Guevara

Me kurdan heta nehuha newêrekî nekiriye, me destvala, bi kuç û palan bi hûtekî çarserî ra, bi çar dewletên zebelih ra şer kiriye û hîn jî dikin...

10 januari 2020

Ji defterek kevn çend peyvên kevn


Di deftereke xwe ya kevn da ez rastî çend gotinên xerîb hatim, Xwedê zane min kînga nivîsîvîye. Min got ez binivîsim, bira di wir da nemînin.

1-Şivanê kurmalî. Yanî şivanê ne xerîb, ji malê. Şivanê me ne xerîb e, kurmalî ye.

2-Manga mîjo. Mangeya nahêle golikê wê bimije.

Li ser folklorê kovareke hêja



Weqfa Mezopotamyayê li Diyarbekrê kovareke folklorê ya bi navê "Folklora me" derdixe. Heta nuha 4 jimar derketine. Li ser folklorê kovareke hêja ye.

Weqfa Mezopotmyayê û kesên "Folklorame" derdixin pîroz dikim.

Karekî pir muhîm û hêja dikin.

Folklor, zargotin gava neyê topkirin, gava derbasî ser kaxetê nebe wenda dibe, bi însanan ra dihere gorrê.

09 januari 2020

Min ev nivîs ji bo çend kurd dev ji cixarê berdin nivîsî



Rêxistina Tenduristîyê ya Cîhanê di sala 1987a da 9ê sibatê wek ”Roja Dinyayê ya Terikandina Cixarê” qebûl kir. 

Min got ez vê roja terikandina cixarê bi bîra dost û hevalên xwe yên cixarekêş xim, belkî ev nivîsa min bibe wesîle û çend kes dev ji cixarê berdin.

Rojekê, du rojan dev jê berdin jî baş e, ewê him maddî û him jî sihetî li karê bin.

Çend hevalên min ên cixarekêşên li ber dilê min pir ezîz in hene, ew û xanimên xwe xweş tîryak in, bi hev ra îmanê li cixarê diçikînin. 

Îslam nahêle milet bi pêş kevin



Tirk, faris, ereb ji xwe milet û civatên paşdamayî ne, lê hêzên îslamî ew hinekî din jî gêj û sersem kirin, hinekî din jî ew bi paş da birin, piçek aqilê hebû jî ji serê însanan birin, însan kirin mirîşka gêj.

Bi îktîdara Xumeynî û Erdogan ra Îran û Tirkiye belkî pênce sal bi paş da çûn.

Xewa sibê şîrîn û xweş e


Vê sibehê di xew da mam, bîstik berê bi xwe hesiyam. Her sibe zûtir şiyar dibim, lê vêsê xewariyê ez girtim.

Saet heft bû bi xwe hesiyam lê min got hîn zû ye, nîv saetek din jî rakevim. Min hew dît saet ji deha jî bihurîye.  

Karê bi şevê tê kirin xweş e, ji karê ye, xewa sibê şîrîn û dilgeş e, bi roj meriv li ser xwe ye.

08 januari 2020

Kompîtor îcad bû qelem mir



Tiving îcad bû mêranî xera bû, kompîtor û telefon îcad bûn qelem mir, kaxet, defter û mektûb bûn bîranînên tarîxî.

Bi îcadbûna kompîtorê û telefonê ra qelem mir, însanan nivîsandin ji bîr kirin.

Gelek kesî êdî destnivîs ji bîr kiriye. Kes êdî bi qelemê tiştekî nanivîsîne, defterê, teqwîma bêrîkê û qelemê bi xwe ra nagerîne. Em her tiştî êdî di telefon û kompîtoran da qeyd û arşîv dikin.

Em notên xwe, edresên hevalên xwe di telefona xwe da qeyd dikin. Her tiştê me bûye elektironîk, tu tiştekî me li ser kaxetê nemaye.

Gur ji mij û dûmanê hez dike


Diz ji qelebalixê û tevliheviyê, ji teşxeleyê hez dike.Çimkî di qelebalix û teşxeleyê da kane baştir karê xwe îcra bike.

Gur ji mij û dûmanê hez dike. Çimkî gava mij û dûman be şivan gur nabîne, rehettir bi kerî dikeve.

Meleyên îranî jî ji bo ku sûcên xwe veşêrin pir dikin helahela, qelebalixê û geremolê çê dikin.

07 januari 2020

Min û xanimê îro ev bazar kir...



Li nêzî mala me dereke tiştên kevn, ji destê duduyan difroşe (Second Hand) heye. Ez û xanim carnan riya xwe pê dixin û ji xwe ra li tiştên kevn, antîk dinêrin. Heger em rastî tiştekî werin em dikirin. 

Çend roj berê lawikê me yê biçûk got dereke din ya hîn mezintir heye.

Me îro çû riya xwe bi wir xist. Li ciyekî hinekî xewle bû, me nizanîbû li wir ciyekî Second Hand heye.

Îro kitêbxaneya min zengîntir bû



Îro kovara ”Kurt Tarihi” jimara 38a ji min ra hat. Birayê min Fuad Kumruaslan berpirsiyarê wê ye, ji min ra şandiye. Berê jî 3 jimarên wê ji min ra şandibû. Gelek sipas mala wî ava be.

Ev demeke kitêbxaneya min bênabên zengîn dibe, ez pê ra nagihînim her tiştê ji min ra tê bixwînim.

Ez nikanim çend tiştan bi hev ra bixwînim, mejiyê min tevlihev dibe, baldariya min xera dibe. 

Di cenazeyê Qasim Suleymanî da qetlîam


Di merasima cenazeyê Qasim Suleymanî da îzdîham û gelmaşeyeke pir mezin çê bûye, bi gotineke din qetlîam çê bûye. Însanan pê li sere hev kirine, li gorî medya dinivîse ji 50 kesî zêdetir di îzdîhamê da mirine û 213 kes jî birîndar bûne.

Jiyan û kultura merivên dinyanedîtî, paşdamayî, fanatîk kaos e, anarşî ye, nizanin miriyekî xwe jî wek merivan, bi şiklekî medenî gorr bikin. Wek hovan, wek lawiran pê li serê hev kirine, hevdu pelixandine...

06 januari 2020

Kultureke ne xweş û bêteşe



Ewrûpî miriyên xwe ne bi qîjewîj, ne bi girî, bi bi metanet û sergiranî radikin, wek ereb, tirk, faris û misilmanan nagirîn, nakin qîrîn û hawar û li xwe naxin, xwe di erdê nadin, xwe birîn nakin.

Di cenazeyê Qasim Suleymanî da îzdîhameke mezin hebû, bi sedhezaran kesî pê li serê hev dikirin.

Yên digriyan, yên li xwe dixistin, hey hawar…

Li ser şîna Qasim Silêmanî

Heyeta PDKê, YNKê 


Ji bo ku nûnerên partiyên kurd çûne şîna Qasim Silêmanî, hin kes pir aciz dibin û kurdên başûr rexne dikin. Ez vê rexneya li kurdên başûr şaş û neheq dibînim.

Nabe kurd neçin merasim û şîna Qasim Silêmanî. Partiyên kurd, hukûemta Kurdistanê nuha nikanin Îranê dijmin îlan bikin û neçin şîna Qasim Silêmanî.

05 januari 2020

Îro dîyariyeke bêhempa gihîşt min



Îro diyariyeke(xelateke) pir giranbuha, diyariyeke ez qet ne li bende bûm û ez pir dilşa kirim ji min ra hat. 

Ez kanim bibêjim ji bo min bû surprîza salê. Tu diyariyeke din ewê ez hewqasî kêfxweş nekirama.
 
Îsal kabê min tim mîr tê, Xwedê bi xêrê bigerîne...

Xweha(xwişka) Arjen Arî, Necla Akay xanimê bi riya hevalekî 9 cildên şîîrên Arjen Arî ji min ra şandiye. Ev çap ya herî dawî ye.

Îşê meleyên Îranê zor xuya dike

Donald Trump


Trump gotiye Îranê êrîşê me kir û me jî bersîva wanda. Heger ew dîsa êrîşî me bikin, ez tiştekî wiha tewsîyeyî wan nakim, emê hîn dijwartir li wan xin, him jî bi rengekî wisa lêxin ku tu carî tiştekî wiha nehatibe serê wan, emê li 52 hedefên Îranê xin.
Meleyên Îranî zanin Trump henekan nake û tiştê dibêje ne gefeke vala ye.

04 januari 2020

Me got em îro hinekî kêf bikin



Min xanima xwe îro ji mal derxist, bir hinekî gerand. Tiştekî heta nuha me bi hev ra nekiribû me kir. 

Em çûn centrûma Heron Cityê, me bowlîng lîst. 

Ev cara pêşî bû me bi hev ra bowlîng dilîst. Me carê zarok biribûn lê 20 sal berê bû.

Bowlîng lîstekek xweş e lê gava meriv lobutan (robotan) naxîne meriv diqehere.

Hezkirina ji tiştên antîk



Ji zû da ye min pêkenîn nenivîsîye, vê sibehê ka ez bi pêkenînekê dest pê bikim
Yek rojekê bû mîvanê hevalekî xwe yê kevn. Bîstek derbas bû, xanima malê ji mêrê xwe ra got:
-Ev mêrik kî ye?
Mêrik got:

03 januari 2020

Aynê bizina kol ji bizina bi quloç ra nema



Heger kurdan Qasim Silêmanî kuştibûna Îranê nuha agir bi ser serê kurdan da barandibû; Tirkiyê nuha qiyamet rakiribû, nuha hemû kurd terorîst îlan kiribûn.

Lê ji ber ku Amerîkaye, çavên wan Amerîkayê nabire, zanin êrîşên wan ewê bê bersîv nemîne, lema Îran jî û Tirkiye jî bûne pisik, newêrin zêde pêş da herin.

Qonseya Milî ya Ewlekariya Îranê gotiye, ”Di wext û ciyekî maqûl da ewê heyfa Qasim Silêmanî were girtin.”

Hêvî dikim Îran bi dû heyfê keve

Qasim Silêmanî


Hêvî dikim Îran bi dû heyfa Qasim Silêmanî keve, heger tiştekî wiha bikin ewê bela xwe bibînin.

Dijminên me xurt in, em nikanin bi wan, lê gava hinekên din li wan xin baş e, dibê kêfa me bê.

Amerîkiyan dîtin tirk û ereb ne dîwarê Amerîka pişta xwe bispêrê, ev ji bo me baş e.

Xwedê tebaîşê Amerîkayê be !

General Silêman Qasemî


Ji zû da ye min mizgîniyeke wiha nebihîstibû, vê sibehê xebera kuştina Qasim Silêmanî û El Muhendisî ez pir kêfxweş kirim, ji bo min bû surprîza sala nû..

Me bi destê xwe ev neyarên kurdan ceza bikirana xweştir bû, lê cezakirina wan bi destê mitefikekî me jî baş e.

Min do jî got, Trupm ne Obama ye, kane tiştê meriv matmayî bihêle bike. Heger Îran û Heşdî Şabî bersîvê bidin Amerîkayê şer ewê mezin bibe.

02 januari 2020

Soza salê


Soza salê. Peyveke, ahdek bi navê ”soza salê qewla salê” heye, hin kes bi sala nuh ra biryareke nuh digrin, sozekê didin xwe, dibêjin emê îsal filan tiştî bikin ya jî dev ji filan tiştî berdin. 

Ev adet wek li her welatî heye, di nava me kurdan da jî heye, hin kurd jî ”sozeke salê” didin xwe.

Hinek soza terikandina cixarê didin xwe, hinek ya sporkirinê, û soza hin tiştên din didn xwe...

Serê her tiştî meraq e


Bi baweriya Platon ji bo fîlozofekî tiştê herî muhîm meraq e. ”Tiştê fîlozofek herî bêtir muptelay wê ye meraq e. Çimkî bêyî wê destpêkeke felsefê ya din tuneye.”

Bi rastî jî wisa ye, serê her tiştî merqa e, bêyî meraqê meriv nikane tu pêşketinê bi dest xe, tu îcad û keşfê bike, tu xweliyê li serê xwe ke. 

Meraq tunebe meriv tu derê nabîne, tu tiştî fêr nabe. Sebebê meriv digere, dunyayê, derên nuh dibîne, fêr dibe, diceribîne meraq e. 

01 januari 2020

Sala nû xweş dest pê kir





Hingedinga sere salê û şahiya 70 saliya min ya do êvarî bixwaze, nexwaze ez hinekî westandim. Bi saya serê hevalan me do êvarî têra xwe kêf kir.

Qey do bi şev min şerab hinekî zêde vexwar û em destê sibê hatin mal, lema jî ez îro hinekî westiyayî me.

Lê li gel vê jî min meşa xwe ya rojane betal nekir, dîsa jî ez 6 km. meşiyam.

Gelek sipas hevalno !



Me do bi şev bi çend hevalên qedîm ra him sala nû û him jî 70 saliya min pîroz kir. 

Haya min ji pîrozkirina 70 saliya min tunebû, hevalan wek surprîzeke sersalê ya xweş diyarî min kirin. 

Ji bo wê şeva gelkî xweş û surprîza ez ne li bende bûm ez ji dil û can sipasiya hevalan dikim û dibêjim mala hemûyan ava be. 

PARVE BIKE