28 januari 2020

Gotinên mezinên tirkan li ser tirkan


Mezinên tirkan li ser tirkan gelek tiştên giran û xerab gotine, tirk şibandina keriyên heywîn û cahilan.

Heger ez wan tiştên mezinên tirkan ji bo tirkan gotine bibêjim her kesê keviran li bibarîne û di cî da mohra irqçîtiyê li min xe. Lê xwedê kir yên gotine ne kurd in, ne xerîb in, tirk bi xwe ne.

Soner Yalçinê tirk ji gotinên mezinên tirkan çend numûne belav kirine, min ew wergerandin kurmancî. Fermo bixwînin û bibînin bê pêşiyên tirkan li ser tirkan çi gotine:

”Tirk; li gorî Yavuz Sultan Selîm, ker bû…
Tirk; li gorî Koçî Beg, ecnebiyê bêmezheb bû…
Tirk; li gorî Xoce Saadettîn Efendî, berate, hîlebaz, rezîl bû…
Tirki; li gorî Naîm, har bû, qirêt bû, qebe bû, cahil bû…
Tirk; li gorî Nefî, yê kaniya Xwedê yasax kiribû…
Tirk; li gorî Bakî, qebe bû…
Tirk; li gorî Hafiz Çelebî, bavê te be jî dibê were kuştin…
Tirk; li gorî Sadrazam Kuyucu Mûrad, dibê serê wî were firandin…
Tirk; li gorî Kerîmettîn Mahmûdê Aksarayî, kûçikê har bû, melûn bû…
Tirk; li gorî Seyyit Abdurrahman Eşrefê Merzîfonî, xedarekî bêemsal bû…
Tirk; li gorî Mustafa Alîyê Gelîbolîlî, qilêrokî, nexwşik bû…
Tirk; li gorî Yahyayê Taşçalî, dibê koka wî nema…
Tirk; li gorî Balyoz Moralî Çuhadir Ahmed, tu ferqa wî ji heywîn tunebû…
Tirk; li gorî Tokatlî Nûrî, heywanekî zimanê bajêr nizanîbûye…
Tirk; li gorî Şeyhulislam Mustafa Sabri, yê madê meriv ji xwe digerîne…
Tirk; li gorî Vahdettîn, kerîyê cahilên bêesil û bêfesil, yê kok û welatê wî ne diyar bû…"

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE