![]() |
| Serokê Huda-Parê Îshak Saglam |
Huda-Par û hin kurdên îslamî xwe wek berdevk û leşkerên filistîniyan dibînin, ji filistîniyan, ji ereban bêtir neyartiya Îsraîl û Amerêkayê dikin.
Serokê Huda-Parê tiştê ji filistîniyan ra dixwaze ji bo xwe ji Tirkiyê naxwaze. Tiştê ji bo filistîniyan ji Îsraîl û ji Amsrîkayê ra dibêje, ji bo kurdan ji Tikriyê ra, ji Erdogan ra nabêje.
Kurdên îslamî tim xwe mecbûr dibînin şûrê filistîniyan bikşînin û neyartiya Îsraîl bikin. Lê we qet dîtiye partiyeke filistîniyan, serokekî filistînî ji kurdan ra dewleteke serbixwe xwestibe û ji bo kurdan Tirkiye rexne kiribe?
Tirkiyê 10 bajarên kurdan wêran kirin, bi sedan kurd kuştin, bi hezaran bi çolan xistin, rojekê jî serokekî filistînî ranebû û Tirkiye rexne nekir, ji tirkan ra negot çima hûn vê zulmê li kurdan dikin. Lê kurdên me yên îslamî xwe berdevkê filistîniyan dibînin û ji wan bêtir dijminatiya Îsraîl dikin.
Ev beyana Tirkiyê ji ya Mahmûd Ebas serttir e, lê ji bo me baş e. Tirkiye çiqasî neyartiya Îsraîl û Amerîkayê bike di lehê me da ye.
Trump ewê careke din jî bibîne Tirkiye ne mitefikê Amerîkayê ye, bi qasî hêzên îslamî neyarê Îsraîl û Amerîkayê ye.
Çend nivîsên li bin guhên hev ketine. Tarîxên nivîsan jî wenda bûye.
Ez dibînim hindik be jî tesîreke liberxwdana min ya
salan heye, çê bûye.
XXX
Di destpêka 1980î da dema me
rojnameya Armancê li Stockholmê derdixist ji me ra ji xwendevanan gelek name
dihatin.
Ez di redaksiyona Armancê da bûm û gelekê caran min bersîva nameyan dida. Hinek
ji nivîs û nameyên wê demê hîn di arşîva min da mane.
Di nabêna salaên 1982-1984a da min û kekê Celîlê Celîl jî çend nameyên şexsî ji
hev ra nivîsîn. Wê ez rastî wan nameyan hatim û min ew scan kirin.
Ez îşev nameyên kekê Celîlê Celîl belav dikim. Sibe jî ezê
çend nameyên min ji wî ra şandine belav bikim. Bi vî hawî bira ev name ji
wendabûnê xelas bibin.
XXX
Serokomarê Franseyê Macron gotiye, ”Serokomarê Tirkiyê Recep
Tayyip Erdogan, li Lîbyayê lîstikeke xerab dilîze û bi şandina çek û çekdaran
li Lîbyayê şerê navxweyî gurtir kir.”
Heta serokên ewrûpî ev newêrek bin Erdogan ewê tu carî rehet
nesekine.
Erdogan bi gotinê, bi rexnekirinê dev ji dagirkeriya welatan
û şerên cîranên xwe bernade.
Heger Macron nehîşta Tirkiye Efrînê, Girê Sipî û Serê Kaniyê
dagir bike, bi hezaran kurdî bikuje, bi dehhezran jî bi çolan xe, îro bi
hezaran çete nedişand Lîbyayê.
Sûcdar ewrûpî ne, NATO ye, Rûsya ye, wan destûra dan Erdogan
Efrînê, Girê Sipî û Serê Kaniyê dagir bike, demografiya Kurdistanê biguhere.
Nuha jî ji bo tirk ji Lîbyayê derkevin tenê riyek heye, ew jî
ZOR e, dibê Erdogan zorê, ço, bivikê bibîne, heta bivikê nebîne ji Lîbyayê
dernakeve.
XXX
Gava meriv bi zimanekî nivîsî dibê li gorî îmleya wî zimanî
binivîse.
Kurdên bi tirkî dinivîsin bi piranî rast dinivîsin, lê kurdî
şaşo maşo dinivîsin.
Bi baweriya min sebebê vê, tirkî wek kurdî cidî nagrin, qedir û qîmetê nadin
kurdî, kurdî di ser guhê xwe ra davêjin.
Yanî miameleya dêmariyê bi kurdî ra dikin. Tirkî baş fêr
dibin, rast dinivîsin, lê dema dor tê ser kurdî hema çawa lê tê di reqîninê.
Ev ne rast e. Kîjan ziman dibe bira bibe, gava meriv pê nivîsî dibê rast
binivîse. Dibê hurmeta meriv ji wî zimanî ra hebe. Fêrbûna rastinivîsîna kurdî
ne zor e, çend qaîde ne. Meriv saeteke xwe bidê fêr dibe.
Bi qasî em qedir didin tirkî, dibê bidin zimanê xwe jî.
XXX
Ev du roj in germiyan bi paş da hatiye Stockholmê. Nuha Stockholm 26 derce
germ e, tam havîn e.
Min vê sê zû çû hinek tiftar û boyax kirî. Aliyekî mexzena me gerek bihata
boyax kirin.
Min ew der boyax kir. Min dît boyax nuh xuya dike, min derên din jî boyax
kir.
Nuha sorik û xweşik xuya dike.
Dû ra min çû xwe dirêj kir û di xew ra çûm. Bi qebeqebe xanimê û lawikê me
Rojen ra ez bi xwe hesiyam. Qala bazara min îro kiribû dikirin û li ser boyaxa
min kiribû dipeyivîn.
Rojen karê min dieciband, digot baş boyax kiriye.
Ji xwe karê min paqij e. Ez merivekî pir nişmî û titîz im, karê ez dikim dibê
bêqusûr be.
Me perda xwe vekiriye û kursiyên li ser razên danine bin perdê.
Piştî hinek sohbet, gotinek ji vir, gotinek ji wir, xanimê xwe li ser kursiya
xwe dirêj kir û di xew ra çû.
Û min jî hat ev nivîs nivîsî.
XXX
Tirk ne îro tenê tecawizî keç û jinên me dikin û carnan jî gû bi me didin
xwarin. Ji roja Kurdistan dagir kirine û vir da ye tirkan tecawizî keç û jinên
kurdan kirine û dikin.
Nuha jî li Şirnexê, li Bişêriyê eynî tiştî dikin. Kurdê bibe hevalên dagirker û
tecawizkaran xayin in, hur bênamûs û bêşeref in.
Meriv nabe dost, heval û şûrkêşê dagirkerên welatê xwe, meriv li welatê xwe
nabe berdevk û xulamê neyarê xwe, nabe hevalê qatilên zarokên xwe, tecawizkarên
zarokên xwe.

Inga kommentarer:
Skicka en kommentar