Bi xêr û xweşî min bîstek berê dest bi romana Helîm Yûsif,
"Firîna bi Baskên Şikestî" kir.
Ez binêrim hela Hadîyê derhêner û Burhanê senarîst ji min ra qala çi çîrokên û serpêhatiyên xwe yên dema zindî bûn dikin.
Ez binêrim hela Hadîyê derhêner û Burhanê senarîst ji min ra qala çi çîrokên û serpêhatiyên xwe yên dema zindî bûn dikin.
Wek min gotibû, min do "Şêhneya Dînan" ya M. Zahîr
Kayan qedand. Ez dibêjim belkî ev cara pêşî ye ez kitêbekê di rojekê da, digrim
destê xwe, diqedînim û datînim wir.
"Şêhneya Dînan" berhemeke ecêb e, bi ziman,
taswîr, teşbîh û metaforên xwe meriv sermest dike. Min nizanîbû M. Zahîr Kayan
hewqasî hakim û hosteyê zimên e.
Di sietê qonderecîtiyê û terzîtiyê da şagirt, xelfe û hoste
heye. Hoste, şagirdî, xelfetî li dû xwe hîştiye, êdî hakimê karê xwe.
Lê dîsa jî hosteyê di ser hoste ra heye, hin hoste hene tam
hoste ne, şahê karê xwe ne. Hin jî ji heq karê xwe dertên.
M. Zahîr Kayan, di bikaranîna zimên da nivîskarekî tam hoste
ye, gotinên ji zû da mirî ne ji gorê derdixe, serê wan dişo, xemleke nuh li wan
dike û wan dixe nava edebiyat û ferhenga kurmancî. Û hemûyan jî bi hostayî bi
kar tîne.
Bi kurtî zimanê M. Zahîr Kayan pir giran e, lê kurdîyeke
xurrî ye, xalis muxlis e, wek rûnê mîha ye, dibê meriv nivîsên wî pir bi dîqet
bixwîne.
Xwendina nivîsên M. Zahir Kayan ne karê her kesî ye, dibê
meriv kurmanciya esîl, ya gelêrî baş zanibe û ji peyva û kelama xweş û zor jî
hez bike.
Destê bi tenê dengê jê nayê. Ji bo ku tu kanibî li çepikan xî du dest lazim in.
Dîwarek bi kevirekî tenê lê nabe, ji bo ku tu dîwarekî lêkî çend kevin lazim in.
Û ji bo ku em zimanê xwe ji mirinê xelas bikin bawerî, xebat û berdewamî lazim e.
Destê xebitî li ser zikê têr e.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar