Rojekê rûviyê çiyê ji çiyê daket, çû deştê. Bîstekê vir da,
wê da geriya, rastî rûviyekî deştê hat. Rûviyê deştê pir jar(zeîf) bû û yê çiyê
jî pir qelew bû.
Rûviyê çiyê ji rûviyê deştê ra got:
-Bira, te xêr e, derdê te çi ye, çima tu wiha jar û bêhal î?
Rûviyê deştê got:
-Bira, derdê min pir giran e, jiyana li deştê pir zor û zahmet e. Nêçîrvan û tajî qet rehetiyê nadin me, tim li ser pişta me ne.
Rûviyê çiyê got:
-Ez birayê te me.Ka were em bi hev ra bigerin, fêl û fûtên min pir in, ezê zora nêçîrvanan bibim.
Rûviyê deştê got:
-Bira çend fêl û fûtên te hene?
Rûviyê çiyê got:
-Bira, sed fêl û fûtên min hene. Lê yên te çend fêl hene?
Rûviyê deştê got:
-Bira, weleh ez wek te ne fêlbaz im, yê min here were yek fêl tenê heye.
Herdu bi teqala hev ketin û li deştê geriyan. Pir çûn, hindik çûn rastî dahfikeke(feqeke) nêçîrvanan hatin. Bala xwe dan dafikê, wa ye perçak sorgoşt di nav dafikê da ye. Şorik bi devê herduyan ket. Rûviyê deştê ji rûviyê çiyê ra got:
-Bira, ev goştekî pir xweş e. Te gotibû sed fêlên min hene, hela xwe biceribîne, vî goştî bîne em ji xwe ra bixwin.
Rûviyê çiyê got:
-Pir rehet, ez birê te me. Ez nuha wî goştî tînim didim ber te. Çer nigê xwe danî ser goşt, şîrqîna ji feqê(dafikê) hat û rûviyê çiyê ket feqê.
Rûviyê deştê got:
-Bira, sed fêlên te hene, zû xwe xelas bike.
Rûviyê çiyê xwe vir da avêt, wê da avêt, xwe bi vî alî û wî alî da ba da lê pere nekir, nikanîbû ji feqê xelas bibûya, dawiya dawî westiya û di ciyê xwe da rûnişt.
Rûviyê deştê got:
-Bira, her sed fêlên te xelas bûn?
Rûviyê çiyê bi hustuxwarî got:
-Erê wele xelas bûn.
Rûviyê deştê got:
-Bira, min çend caran ji te ra got zêde pesnê xwe nede, lê tu bilind firiya. Yê min fêlek min tenê heye, ezê nuha wê fêlbaziya xwe biceribînim, hela ka ez kanim te xelas bikim ya na. Nuha baş guh bide min. Sibe nêçîrvanê were ser dafika xwe, gava nêzîkî te bû xwe bimrîne. Nêçîrvanê kêf bike, ewê were ba te û bibêje:
-Heyfa vî rûviyê xweşik mirî ye. Ezê jî xwe ji te wê da mirar bikim. Wexta min bibîne, ewê bibêje wa ye rûviyekî din jî miriye. Ewê kêfxweş bibe. Ewê te ji feqê derxe û deyne erdê û were bi alî min da, ji bo ku min jî rake. Gava ji te dûr ket, tu yê bi aliyekî da, ezê jî bi aliyekî da bazdin û bi vî hawî tu yê xelas bibî.
Rûviyê çiyê şîreta rûviyê deştê qebûl kir. Bû sibe, nêçîrvan hat ser dafa(feqa)xwe. Bala xwe dayê rûviyek ketiye dafika wî lê mirar bûye. Kêfa wî hat, dest bi stranan kir.
Rûvî ji dafê derxist, got rûviyê şekalan miriye.
Mêze kir wa ye rûvîyekî din jî li hember li erdê ye. Rûviyê di dest xwe da danî erdê û çû yê din jî bîne.
Gava nêzî yê din bû, herdu rûvî ji erdê rabûn û her yek bi aliyekî da reviya.
Nêçîrvan matmayî, ji hêrsa li ser û conga xwe xist, dest bi kufrî û xeberan kir. Lê rûvî xelas bûbûn.
Herdu rûvî çûn li girê jor gihîştin hev. Rûviyê çiyê ji rûviyê deştê ra got:
-Bira, bi xatirê te, ezê dîsa herim çiyayê xwe, fenên min li deştê pere nakin.
Û berê xwe da çiyê û çû û hew vegeriya deştê…
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar