16 januari 2020

Zimanê xwe fêr bibe tu yê li karê bî



Tu gurra min dikî tu yê wek kurdekî û kurdekê zimanê xwe baş fêr bibî, belkî tu rojekê romanekê binivîse ya jî bibî şair.

Li ba kurdan şairî, nivîskarî ne zor e, ya muhîm tu hinekî bi kurdî bizanibî.

Kurdên bi kurdî nizanin li zirarê ne, kurdên bi kurdî zanin li karê ne; yên xwestine, bi qelîte bêqelîte, hêja, ne hêja bûne nivîskar; kanin bibin.


Wek kurdekî tu jî kurdî fêr bibe û rojekê gava dilê te xwest romaneka xwe binivîse.

Heger te ew nikanîbû çîrokan binnivîse.

Heger te ew jî nikanîbû şiîrê biceribîne.

Li ba kurdan halîhazir hostayî, qelîte zêde ne muhîm e, bêqelîte be jî kes newêre bibêje, bi kurdî be têrê dike. Tu kanî ji kurdan ra bikî minet jî...

XXX
Erdogan gotiye li Lîbyayê tirkên ”baqîyeya osmanî” hene û
general Xelîfe Hefter zulmê li wan dike; lema jî dibê ew herin gazî û hawara wan, wan biparêzin.

Tirk wek xerzê kulî ne, li dinyayê welatê tirk lê tunebin tuneye.

Li Tikriyê însan tu carî ne azad bûne û ne jî zikê wan têr bûye. Lema jî ya ji birçîna, ya ji ber zulmê tim reviyane welatên din; yanî li her welatî hene.

Piştî Lîbyayê gelo dora kîjan welatî ye?

Bi sedhezaran çeteyên îslamî hatine îstîhdamkirin, dibê meaşê xwe heq bikin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE