Dêlik û cewrikên xwe li kêleka rê, li ber siya dîwarekî
ketibûn. Merivek ji ber wan derbas bû. Dêlikê ji cewrikên xwe ra got:
-Delalîkên min, guh bidin min, ev merivê nuha ji vir derbas bû, zatekî gelkî mezin e. Temiya min li we, tu carî bêhurmetiya wî nekin.
Cewrikan jî baş guh dan şîreta dayika xwe û bi heyranî li mêrik mêz kirin.
Lê belê piştî mêrik hinekî ji wan dûr ket, dêlikê xar kirê û ji par ra rahîşt pantorê mêrik.
Dema vegeriya ciyê xwe, cewrikên wê bi matmayî ji dayika xwe pirsîn:
-Dayê, te bîstek berê ji me ra got ev mêrik zatekî pir mezin e, merivekî pir hêja ye. Lê te çû rahîştê Ev çito îş e?.
Dêlikê got:
-Hûn rast dibêjin, min wer got. Lê rastiyeke din jî heye delalên dayika xwe, gerek hûn wê jî ji bîr nekin. Ew jî kûçiktiya me ye. Dibê em kûçiktiya xwe tu carî ji bîr nekin, îspat bikin, wacibên wê bi cî bînin. Kûçik dibê kûçiktiya xwe îspat bike !
Ferqa kûçikan ji însên ev e, kûçik dibê kûçiktiya xwe bidomîne. Çimkî di fitrata kûçik da ev heye, dibê kûçiktiyê bike.
Her çiqas di nava benderuhan da însan mahlûqatê herî bi şeref e jî, lê dîsa jî hin însanên di qerekterê kûçik da hene.
Kesên dibin heval û rêberê dagirkerên welatê xwe ne merivên bi heysîyet û bi şeref in.
Bêguman dibê însan tu carî ji însanîyetê dûr nekevin û nebin heywan, lê çi heyf yên dibin heywan, dibin kûçikên neyar pir in.
Sebebê însanan him ji kûçik hez kirine û him jî ew kirine
sembolek xerab, sembola koletiyê, sedaqeta kûçik ya li hemberî xwediyê wî ye.
Xwediyê kûçik merivekî çiqasî xerab be jî ne xema kûçik e, ji bo wî ya muhîm xwarin
û têrbûna zikê wî ye.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar