26 januari 2020

Çend şekirên ji edebiyata kurmancî ya devkî


Edebiyata kurmancî ya devkî pir xurt û xweş e û mistewa wê jî pir bilind e, meriv dibe heyran.
Meriv matmayî dimîne kesên bêtahsîl û perwerde çawa kanîbûna edebiyateke hewqasî mikemel, bi qalîte bixuliqînin.
Fermo ji dîlok, stranên kurmancî çend çarînên, çend numûneyên şekirîn.


Min sond xwarî bi welleye

Bi heft Qûranên latînceye
Ser delalîka dilê min ra
Dil ji min ra tobeye

Haydê em herin bindarîyê
Bira du, sê heb werin guhdarîyê
Xwezî ez şûşeke lewantê bama
Biketama ser qatik çekê zavatîyê


Dilê min ji te ra yade yade
Ber derê mala bevê min
Zozan bû te kir cade
Tirsa min ew tirs e
Bavê min te bikuje, min jî bi ser de

-Ezê bi Qereşdaxê ketim bera bera
Birek pezê sor û qerxaş
Lê diçêre ji taxa xwe ra
Ezê dikim nameyekê binivîsim
Ji delalîkê dilê xwe ra

Bi Qereşdaxê ketim şax bi şaxe
Pezê delêl kele sorê, poz bi dax e
Yekî xebera xêrê ji min ra bianîya
Bigotana delal nemirîye, hîna sax e

Eman, eman, eman, eman
Ez bûm ordega dora çeman
Ez pepûka dor kelemê
Çima îro ez aşiqa bejna te mam


///Berhevkar Suphî Aydin

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE