Li Almanyayê êdî tirk ji kurdan bêtir îltîca dikin. Heta
2016a kurdan ji tirkan bêtir îltîca dikirin, lê ji 2016a û vir da ye rêjeya
tirkan ji sedî 50 jî derbas kiriye.
Ji sedî 74.6ê daxwaza tirkan ya îltîcayê(penaberiyê) li
Almanyayê tê qebûlkirin, lê ya kurdan tenê ji sedî 14.5 tê qebûlkirin.
Alman heyranê tirkan in, 3-4 milyon tirk têra wan nake,
dixwazin milyonek, du milyonên din jî li Almanyayê bi cî bikin û Almanyayê baş
bikin welatekî tirk û misilman.
Berî 2016a salê li dora 800 tirkî li Almanyayê îltîca dikir,
lê ev jimar di sala 2019a da derketiye 11 hezar 423 kesan. Li Swêd û welatên
Ewrûpayê yên din jî eynî tişt e, êdî li her welatî tirk di îltîcayê da ya di
rêza yekê, ya jî di ya duduyan da ne.
Welatê wan li ciyê xwe, tirk dixwazin çend milyon birçî,
bêkar, faşîst û daîşiyên din jî ji hustuyê xwe derxin û bikin bela serê
ewrûpiyan.
XXX
29 sal berê, di rojeke wek ya îro da şerê Amerîka û Îraqê
dest pê kir û di dawiya şer da Îraq teslîm bû û Kurdistana federe ava bû.
Amerîka û koalîsyona li dijî Seddam di 17ê çileya paşîn a 1991ê da êrîşa ser Îraqê dan destpêkirin.
Îraqê di 2ê tebaxê da Kuwêt dagir kiribû û ji Kuwêtê dernediket.
Êrîşa Amerîkayê destpêkê bi bomberanê dest pê kir û dû ra Îraq teslîm bû û leşkerên xwe ji Kuwêtê vekişand.
Di dawiya vî şerî û teslîmbûna Îraqê da Kurdistan ket bin kontrola kurdan. Ji wê rojê da ye, yanî 29 sal in Kurdistan di destê kurdan da ye û kurd dewleteke fiîlî ne.
Lê hîn jî dewleteke netewî ava nekirine, du serîtî û bêtifaqiya nabêna hêzên kurd hîn jî berdewam e.
Hêvî dikim aqûbeta Seddam were serê meleyên îranî yên faşîst û qatil jî.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar