Min xanima xwe îro ji mal derxist, bir hinekî gerand. Tiştekî
heta nuha me bi hev ra nekiribû me kir.
Em çûn centrûma Heron Cityê, me bowlîng lîst.
Ev cara pêşî bû me bi hev ra bowlîng dilîst. Me carê zarok biribûn lê 20 sal berê bû.
Bowlîng lîstekek xweş e lê gava meriv lobutan (robotan) naxîne meriv diqehere.
Em herdu jî ecemî bûn, me tim firê dikir, topa me di rast û çepê lobutan ra derbas dibû. Lê me dîsa jî wek zarokan kêf kir. Piştî lîstikê em çûn li dikanan geriyan, em çûn pastexaneyekê, me bîstekê westa xwe girt.
Li pastexanê gava min pere da, xortê kasê ji min pirsî, got:
-Hûn teqawid in?
Min got erê. Got wê demê ji sedî deh tenzîlata we heye. Min got mala te ava be. Baş e ku te texmîn kir em teqawid in. Lê qet nayê bîra min ez teqawid im. Lema jî ez tim ji tenzîlata teqawîdiyê bêpar dimînim.
Ez û xanim bi hev ra bi kurmancî dipeyivîn, xort bi kurmancî got, “ma hûn kurd in?”
Min got erê, “ma tu jî kiurd î?”
Got erê, ew jî xortekî duhokî derket. Camêr gelkî qedrê me girt.
Îro him fêda kurdayetiyê, him jî ya teqawîdiyê gihîşt min. Sala 2020a heta nuha baş derbas dibe.
Min fotografekî xanimê girt, xwedêgiravî wê jî yê min girt, lê negirtiye, wek her tim bi ser neketiye. Ya nizane bigre, ya jî pir xerab digre, davêjim. Ev jî bêşansiya min e. Xwezî min bi xanima kêleka me bida girtin.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar