08 januari 2020

Kompîtor îcad bû qelem mir



Tiving îcad bû mêranî xera bû, kompîtor û telefon îcad bûn qelem mir, kaxet, defter û mektûb bûn bîranînên tarîxî.

Bi îcadbûna kompîtorê û telefonê ra qelem mir, însanan nivîsandin ji bîr kirin.

Gelek kesî êdî destnivîs ji bîr kiriye. Kes êdî bi qelemê tiştekî nanivîsîne, defterê, teqwîma bêrîkê û qelemê bi xwe ra nagerîne. Em her tiştî êdî di telefon û kompîtoran da qeyd û arşîv dikin.

Em notên xwe, edresên hevalên xwe di telefona xwe da qeyd dikin. Her tiştê me bûye elektironîk, tu tiştekî me li ser kaxetê nemaye.


Kes êdî kart û nameyê ji hev ra nanivîse, dan û stendin hemû bi e-maîl û bi whatsappê, bi messingerê dibe.

Berê qelem pir bi qîmet bû, kesê ji xwe hez dikir qelemên herî xweşik bi xwe ra digerand.
Min ji qelemên û bi taybetî jî ”dolmakalemê” gelkî hez dikir. Min Parker, Sheaffer bi kar anî. Lê nebûm xwediyê Montablancqekê.

Dagirtina wan derd bû, lê dû ra tiştekî wek tupekê derket meriv dixistê.

Heger şaş di bîra min da nema be min carê ji Mihemed Vûral ra qelemek wek diyarî şand. Nayê bîra min çi marqe bû. Yanî qelem bi qîmet bû, meriv diyarî dida hev.

Lê bi derketina kompîtorê ra girîngiya qelemê kêm bû, heta meriv kane bibêje gelek kesan êdî nivîsîn ji bîr kiriye.

Heta du sal berê li ciyê kar hindik ba jî min qelem digirt destê xwe û hin tişt mişt dinivîsî.

Lê ev du sal in qelemê bi kar naynim. Kompîtorê qelem û kaxet û name ji min bi dûr xist, ew ket şûna qelemê.

Çend meh berê ji bo ku ji hevalekî ra nivîseke wî ya li ba min bişînim û pê ra çend rêzan binivîsim, gava min qelem girt destê xwe, min ferq kir ku min nivîs ji bîr kiriye, destnivîsa min xera bûye. Dema min dest bi nivîsandinê kir hisekî pir xerîb bi min ra peyda bû. Fena ku ez rastî tiştekî xwe yê wendabûyî hatibim.

Berê gava çavê min bi destnivîseke xweşik diket, dilê min dibijiyayê û min dixest herim qursa kalîgrafiyê û xwe fêrî nivîsa xweş bikim.

Ji ber ku ez li dahîreya sîgortayê dixebitîm û ez berpirsiyarê arşîvê û postê bûm, lema jî min her roj bi sedan destnivîsên pir kevn û nuh didît. Kompîtor, daktîlo tunebûye, însanan her tiştên xwe bi qelemê nivîsîbûn.

Nivîsên herî xweş yên jinan bûn, ez dibûm heyranê xweşikiya wan. Min digot xwezî min jî kanîbûya wisa xweş binivîsîya.

Nivîsên peyan(mêran)li gorî yên jinan xerab bûn, hîn jî were ye, destnivîsên jinan xweş in.

Berê her roj gava posta min dihat û min mektûb û qartên xwe vedikir û dixwend gelkî xweş bû. Dû ra dor dihat bersîvdanê.

Min ji nivîsîna qartan zêdetir, ji nivîsîna mektûban hez dikir, ez hîn jî dixazim ew dem paş da were û ez dîsa rahîjim qelemê binivîsim.

Lê bêxwediya kompîtorê, e-mailê malik li me xera kiriye, êdî em hemû komînîkasyona xwe bi e-maîlê didomînin.

Nivîsîna bi qelemê hestekî muhteşem e, kêf û zewqeke nedîtî dide meriv, klawîye wê zewqê nade meriv; erê nivîs xuya dike lê bi min wek xeyalî tê, zewqa nivîsîna bi qelemê û destnivîsê nade min.




Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE