Meriv ji her kesî hez nake, ne mecbûr e ji her kesî hez bike. Ji xwe tiştekî wisa ne mimkûn e jî.
Sebebên vê pir in.
Carnan sebebê vê nehezkirinê bi heq e, carnan jî ne neheq e. Carnan meriv di fikirê xwe da şaş e, carnan rast e.
Lê meriv ji yekî hez bike, hez neke, kî dibe bira bibe, dibê meriv heqê însanan nexwe, nankor nebe.
Rastgoyî, qedirzanîn xisletekî baş e. Ji xisletên însên yê herî xerab yek jî nankorî, qedirnezanî ye.
XXX
Hin kesên tirk bi erdheja do kêfa xwe anîne, bêûjdanî,
bêmerhametî û xedariyên xwe nîşan dane, gotine qet ne xema me ye, ji xwe hemû
kurd in û hevalên PKKê ne.
Hinek kurdên me jî li hemberî vê xedariya van tirkan matmayî man e, gotine tirk çawa kanin hewqasî bêûjdan bin ?
Tirk li hemberî kurdan tim zalim, bêûjdan û xedar bûne, tu carî gunehê wan bi kurdan nehatiye, bi kuştina kurdan tim dilşa bûne, xwestine qira kurdan were, li dinyayê kurd nemînin. Belkî ji sedî 99ê tirkan wiha difikire…
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar