Min îro dolaba xwe ya kitêban guhert. Min ya xwe ya pir kevn
bûbû avêt û ji ciyê kevn, kevneke ji wê hinekî baştir kirî.
Ya min çavîkên(dexîlên) wê ji hev da ketibûn, min nikanîbû vekira, tiştên min tê da asê mabûn.
Bi xêra guhertinê min dolab vala kir. Ez tenê tê da tunebûm, bi sedan tişt miştên ji qal û bela da tê da bûn; ji danê nîvro da min pişt li xwe rast nekiriye, ez ketim nav kaxet û kitêban, ji hev digrim, hinekan davêjim, hinekan dihêlim.
Min li dora 50-60 kitêbên tirkî dan alî, ezê sibe hemûyan bavêjim, xwe ji wan xelas bikim. Berê jî min du torbe avêtibûn. Min çawa perê xwe di wan da bû ez fêm nakim.
Ji hin kitêbên Dogan Avcioglu bigre, heta bi yên Hasan Îzzetîn Dînamo, Îlber Ortayli, Ataol Behramoglu, Soner Yalçin û çend hebên bi swêdî, li ser hev li dora 50-60 hebî sibe ewê herin têkevin konteynera tozê. Lê embar, mexzen hîn maye, havînê rojekê ezê berê xwe bidim wê jî.
Lê bi vê minasebetê ez rastî gelek not û tiştên gelkî hêja jî hatim; di nava wan da hin nivîs û rojaneyên min yên destpêka salên 80î, yên 35-38 sal berê jî hene.
Ezê hêdî hêdî têkevim nava wan, belkî hin tiştên hêjayî weşanê hebin. Hin
aforîzm û gotinên pêşiyan min ji nav derxist, ezê wan peyder pey biweşînim.
Paqijî, şirtkirin baş e, meriv ji hin tiştên bêmane xelas dibe û rastî hin tiştên hêja jî tê.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar